Gerîla Akîf li Bordeuxê hat bîranîn

Gerîla Akîf li Bordeuxê hat bîranîn

Gerîlayê Kurd Ercan Tekîn (Akîf Kendal) ê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, li bajarê Bordeaux a Franseyê hate bibîranîn.

Di bîranîna li semta Rochefortê hat lidarxistin de nêzî 150 kes beşdar bûn. Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê jib o şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê û cîhanê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ji wêneyên Tekîn hate nîşandan.

Gerîla Tekîn di 30’ê Tebaxa 2008 de di encama çalakiya gerîlayan a li dijî tabûra komando ya li navçeya Çermê ya Çewlikê de jiyana xwe ji dest da. Di axaftinên hate kirin de hate diyarkirin ku divê gelê Kurd bi awayeke jidil têkoşîna azadiyê hembêz bike.

Piştî sînevîzyon û axaftinan, ji bo gerîla Akîf mewlûd hate xwendin.