Parlementoya Ewropayê (PE), ji îro pêve ji bo du rojan malovaniya “Semînera ji bo Modelên Dewletên Nû bi xwe Diyarkirina Dahûtiya Gelan” dike. Di nava platformê de tevî Kurdistan, Filistîn, Sehraya Rojava, Tîbet, Berberî, Katalonya, Welatê Baskê, Quebec, Skoçya, Aborjîn, bi giştî 32 gelên bê dewlet cih digirin.
Ev platforma ku weke “Tevna Cîhanê ya ji bo Mafên Kolektîf ên Gelan –CIEMEN” ve tê lidarxistin, di sala 2009 de li Brezîlyayê pêk hatibû û biryar Forûma Civakî ya Cîhanê hatibû dayîn. Platform, hewl dide di cîhanê de ji bo mafên gelên bê dewlet û piştevaniya bi wan gelan re bibe xwedî roleke sêwan.
Platform bi navê “Semînera ji bo Modelên Dewletên Nû bi xwe Diyarkirina Dahûtiya Gelan” li Parlementoya Ewropayê pêk tê. Tevî Kurdistan Network, dê li ser navê gelên li rastî zextan tên gelek sazî û nuner beşdar bibin.
Hate zanîn ku ev semîner heta niha ji zêdetirê 50 endamên PE’yê piştgirî girtiye û dê îro saet di 14.20 de, li salona Koma Keskan a PE’yê dest pê bike.
SERNAVÊN MIJARAN
Di tevahiya konferansê de dê mijarên weke “Mafên kolektîf û rêbazên demokratîk”, “Çareseriya pirsgirêkên xwedî pevçûn in û YE”, “Ji bo Oto-determînasyona Nû (diyarkirina çarenûsê) perspektîfên nû” û “Mafên ku gel daxwaza wan dikin” dê bêne gotûbêjkirin.
Endama PE’ya ji Partiya Keskan û li herêma Galîsya ya Spanyayê hate hilbijartin Anna Mirinda daxuyaniyek da ANFê û got; “Heta dewlet rengîniya nasnameyan, mafên wan û rastiya wan temsîl neke, mafê gelên bê dewlet jî heye ku rêxistin û saziyên xwederbirînê saz bikin û pêş bixin.”
Mirand da zanîn ku platfroma di PE’yê de di vê çarçoveyê de pêk tê û destnîşan kir ku weke li Spanya û Kurdistanê, ji Quebecê heya Skoçyayê, li her aliyên cîhanê gelên bê dewlet ji bo parastina mafên xwe û xwedîderketina li mafên xwe pêvajoyên bi wêrek û encamgir pêş dixin.
Miranda diyar kir ku ew ê di konferansa ku dê du rojan li PE’yê berdewam bike, daxwazên gelan ji PE, YE, sazîyên din ên navneteweyî, dewlet û NY’yê re rabigihînin. Miranda, ew bi xwe jî di vê konferansê de cih digire, vê konferansa gelên bê dewlet weke çalakiya piştevaniya ji bo yekitiya gotin û hêzê nirxand.
SAZIYÊN KURDAN
Li ser navê Kurdan jî ji Kurdish Networkê Eyyup Dorû, ji KNK’ê Nîlufer Koç, nuherên KON-KURD’ê cihê xwe di organîzsasyonan de digirin û dê di semînerê de weke axaftvan amade bibin.
Li ser navê gelê Berber ê li Cezayîrê Soraya Sough, diyar kir ku gelê Berber li welatên ku lê ne ji aliyê rejîmên dîkta ve têne redkirin û înkarkirin û got ku ji bo gelên wan bikare mafên xwe yên çandî û nasnameyî bi dest bixin û ji ber ku ew ji dostanî û piştevaniya gelan bawer dikin, loma beşdarî vê platformê dibin.