Gelê Kurd û dostên gelê Kurd ji bo Abdullah Ocalan dadikevin qadan

Gel wê li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê dakevin qadan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî li gelek bajaran bi çalakî û meşan tê protestokirin. Fînala çalakiyan wê sibe bi meşên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” bê kirin. Di vê çarçoveyê de di serî de Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Colemêrg û Îzmîr, li gelek bajaran wê bi hezaran kes dakevin qadan. 

Bernameya çalakî û xwepêşandanên 9’ê Cotmehê yên bajaran wiha ne: 

Amed: Wê sibe saet di 15.00’an de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li ser Rêya Emek a Rezan a Amedê meşek bê lidarxistin. 

Wan: Gel û Rêxistina DBP’a Wanê wê sibe saet di 13.00’an de li Kolana Hunerê bên ba hev û dest bi meşê bikin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî dê tev li meşê bibin. 

Colemêrg: Girse wê li Qada Azadiyê ya Geverê kom bibe û li vir ber bi avahiya HDP’ê ve bimeşe. Meş, dê saet di 14.00’an de dest pê bike û parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Şevîn Coşkun û Saît Dede jî wê tev li bibin. 

Stenbol: Girse wê bi pêşengtiya HDK, HDP, DBP, TJA, OHD, MATUHAYDER, MKM, ANYAKAY-DER, DAD û Komeleya Lêkolînên Kurdî li Kadikoyê kom bibe û saet di 15.00’an de dest bi meşê bike. 

Îzmîr: Girse wê sibe saet di 15.00’an de li Basmaneyê bê ba hev û ber bi Sumerbankê ve dest bi meşê bike. 

Enqere: Bi tevlibûna Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê Dogan Erbaş û Parlamenter Alî Kenanoglû wê saet di 14.00’an de li avahiya rêxistina HDP’ê ya bajar panel bê lidarxistin. 

Mêrdîn: Sibe saet di 13.00’an de wê girse li Parka Sîncar a Qoserê bê ba hev û dest bi meşê bike. 

Şirnex: Meş wê sibe saet di 14.00’an li Cizîrê bê lidarxistin. 

Agirî: Wê girse li ser Rêya Îsmaîl Beşîkçî ya Bazîdê kom bibe û ber bi avahiya HDP’ê ya navçeyê ve bimeşe. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç jî wê tev li bibin. 

Eskîşehîr: Wê li avahiya Rêxistina HDP’a Eskîşehîrê panel bê lidarxistin.”