Gelê Amedê li ber nexweşxaneyan e

Piştî hewldana komkujiyê ya li Amedê, bi sedan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Bi deh hezaran Amedî jî herikîn pêşiya nexweşxaneyên dewletê û taybet.

Piştî hewldana komkujiyê ya li Amedê, bi sedan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Bi deh hezaran Amedî jî herikîn pêşiya nexweşxaneyên dewletê û taybet.

Li dû her du teqînan, gelê Amedê ji bo xwînê bide birîndaran herikî pêşiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyêya Gazî Yaşargîl, Fakulteya Tipê, Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî ya dewletê û nexweşxaneyên taybet.

Sekna gelê Amedê ya li ber nexweşxaneyan dewam dike.

...