Gel ji HDP’ê bi hêvî ye

Namzetên HDP'ê bi şîara "Jiyana Nû" xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin

Namzetên HDP'ê bi şîara "Jiyana Nû" xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Namzetê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş di vekirina buroya hilbijartinê de axivî û wiha got: "Kesên zilm dîtin deng bidin zalîman guneh e. HDP dengê hemû bindestan e û cihê têkoşîna hevpar a ya hemû kesan e"

MÊRDÎN

Namzetên HDP'ê yên Mêrdînê bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Nazmetê HDP'ê Mehmet Alî Aslan li navçeya Mehsertê bi esnaf û welatiyan re hate cem hev. Aslan di ziyaretê de axivî û wiha got: "Em ji bo hemû gel bi hev re jiyanek azad û demokratîk bijîn dixebitin. Armanca me tenê meclîs na dengê hemû gelan. Ev hilbijartin girîng e û ji ber wê yêkê em piştgiriya hemû gelê xwe dixwazin."

Namzetê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî li navçeya Stewrê esnaf ziyaret kirin û xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. Sancar ewil esnafên bazarê ziyaret kirin û pişt re bi welatiyan re wêne kişandin. Pişt re derbasî sûkê bû û esnaf ziyaret kirin.

ÇEWLÎK

Namzetên Çewlîk jî bi navber xebatên xwe didomînin. Namzetên HDP'ê li Kolana Genç esnaf ziyaret kirin û rastî eleqeye esnafan hatin. Namzetên HDP'ê bi gel re sohbet kirin û got ew dê pirsgirêkên gel çareser bikin.

AMED

Namzetên HDP'ê yên Amedê Nîmettullah Erdogmuş, Sîbel Yîgîtalp tevlî vekirina buroya Bulvara Selahaddîn Eyyubî ya taxa Peyasê bûn. Nîmettullah Erdogmuş di vekirina buroyê de axivî û wiha got: "Kesên zilim dîtin deng bidin zalîman guneh e. HDP dengê hemû bindestan e û cihê têkoşîna hevpar a ya hemû kesan e"

Namzetên HDP'ê yên Amedê yên din Nursel Aydogan û Ziya Pîr jî li navçeya Henê ya Amedê tevlî vekirina buroyê bûn. Namzet di ketina navçeyê de bi girseyî hatin pêşwazkirin û pişt re tevlî vekirina buroyê ya li Parqa Navendî bûn. Aydogan, diyar kir ku AKP li ser Henê polîtîkayên qirêj dan meşandin û lê gel ev yêk dîtin û biryara li cem tevgera azadiyê cih bigire girt. Ziyar Pîr jî wiha got: "Em ev têkoşîn li hemû mirovahiyê re da hînkirin. HDP nûnertiya hemû çand, ziman û olan dikin."

Piştî vekirina buroyê namzet li gundan geriyan û tevlî sersaxiyan bûn.

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê jî bi keyayan re hatin cem hev. Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Leyla Zana, Bedran Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Mehmet Emîn Îlhan tevlî civîna keyayan bûn. Namzeta HDP'ê Leyla Zana balkişand ser girîngiya hilbijartina 7'ê hezîranê û da zanîn ku bi rengên xwe dikevin hilbijartinê û lê bi bendavan dixwazin vîna wan bigirin.

WAN

Namzetê Wanê Remzî Ozgokçe jî esnafên Oto Sanayî ziyaret kirin û Serokê Lijneya Rêveber a Kooperatîfaî Sanayiyên Oto Muhîttîn Yildizbaş re hevdîtin kirin. Remzî Ozgokçe di ziyaretê de cejna 1'ê Gulanê pîroz kir û diyar kir ku dê li hemberî kesên keda karker û welatiyan digirin têkoşînê bikin.

Serokê Kooperatîfê Muhîttîn Yildizbaş jî keyfxweşiya xwe ya ziyaretê anî ziman û diyar kir ku partiya li Tirkiyeyê biratî û aştiyê diparêzî tenê HDP ye û ji bo HDP di meclîsê de cih bigire wê piştgiriyê bidin HDP'ê. Piştî axaftinan Ozgokçe û heyata pê re esnaf ziyaret kirin û 1'ê Gulanê pîroz kirin.

Namzetê din ê Wanê Selamî Ozyaşar jî li navçeya Payîzava li herêmên Nordiz, Havesor û Hoşapê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin.Ozyaşar bi heyata pê re li esnafan geriya û piştgirî xwest.

MÛŞ

Namzetê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim piştî ku tevli pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gimgimê bû çû serdana esnafan. Esnagan gelek eleqe nîşanî Yildirim dan û bi wî re sohbet kirin. Yildirim ji HDP’ê piştgirî xwest.

WAN

Li navçeya Bêgiriya Wanê jinan ji bo hilbijartinê civîn li dar xistin û li vir ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav şandin. Di civînê de Hevseroka DBP’ê yê Bêgiriyê Hîcran Arpa diyar kir ku ew ji bo qetlîamên li dijî jiyana bidin rawestandin divê di hilbijartinan de ji bo HDP’ê piştgirî bê dayîn û xwest jin êdî hêza xwe bibînin. Safure Guneş jî anî ziman ku bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin ji feodalîzmê rizgar bûne.

MÊRSÎN

Namzetên HDP’ê yên Mêrsînê bi tevahî beşdarî civîna çapemeniyê ya bi xebatkarên xapemeniyê re li Gokdelena a Mêrsînê hate lidarxistin bûn. Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Selman Gunbat di destpêka civînê de axivî û ewil 1’ê Gulanê pîroz kir. Namzeta HDP’ê Çîlem Oz jî bi gotina “Ew ê nêrîneke nû bînin siyaseta Tirkiyeyê û ji bo vê yekê derketine rê. Em li vî welatî hewl didin ku gelek tiştan yekem car bijîn û bidin jiyandin.”

Namzetê HDP’ê Dengîr Mir Mehmet Firat jî 1’ê Gulanê pîroz kir û got ku ji ber gotinên Erdogan ên “Pirsgirêka Kurd anîna ziman cudakarî ye, li holê mase nîne” nikare razê û ev tişt anî ziman: “Birêz serokkomar qala rêxistineke suc a ku ez jî di nav de me kir. Min nedizanî e rêxistineke sûc e. Ew wê demê serokwezîr û serokê giştî yê partiyê bû. Ji min re tiştên cuda gotin û min jî girtina nava rêxistina suc. Lê dema kum e rêziknameya partiya ku bi rêbertiya wî hate avakirin da Wezareta Karên Hundir li wir dihat gotin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a welat e û me got em ê çareser bikin.”

Firat piştre pirsên rojnamegeran a li ser pêvajoya aştiyê, hilbijartin û bendê bersiand û got ku pêvajoya çareseriyê ji bo HDP’ê didome ew ê ji bo vê yekê jî bi israr û bi biryar bin.

Firat bi zimanekî henekî jî got ku cografya gelekî bandorê li ser axaftinên serokkomar dike û ev tişt anî ziman: “Ez her tim bala xwe didim vê yekê. Li kû axiviye. Li balafirê yan li erdê? Heke li balafirê be jî gelo li asîmanên Tirkiyeyê ya yan derveyî welat e. Heke li erdê be j îli gorî cografyayê ez dinirxînim. Li rojhilat cuda, li rojava cuda ye, li bakur cuda ye, li başûr cuda ye. Ez vê yekê wekî taktîka hilbijartinê nabînim. Ev gelo ji ber tazîka hewa ye yan jî bandora cografyaya din e divê zanyar vê yekê lêkolîn bikin. Bawer im roja şemî û yekşemê dê li Amed û Êlihê be bernameya wî heye. Em ê bi hev re bibînin. Wê li wir çawa biaxive. Hûn ê bi awayekî zelal bibînin ku axaftina wî ya li asîmanan û Amedê bike dê gelekî ji hev cuda be. Di mîtînga Balikesîrê de got li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tineye, piştre çû Qers û Erdexanê jî got belê pirsgîrêka Kurd nîne, pirsgirêkên birayên min ên Kurd heye. Ji ber vê yekê jî deme gotinên Erdogan guhdar dikin li gorî cografyayê binirxînin. Heke ne wisa be hûnê şaşitiyê bikin.”

COLEMÊRG

Li Colemêrgê xebatên namzetên HDP’ê bi hemû leza xwe berdewam dike. Namzetê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Hevserokê HDP’ê Rahmî Temel, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu çûn serdana esnafên li ser kolana Altayê. Şandeya HDP’ê ji aliye esnafan ve rastî eleqeyeke mezin hatin. Esnafên ku bi keyfxweşî namzetên HDP’ê pêşwazî kirin li ser pirsgirêkên dijîn guftûgo kirin.

Namzetê HDP’ê Akdogan jî li hemberî pirsgirêkên esnafan diyar kir kudê ew ê ji vir pê de zêdetir bi pirsgirêkên esnafan re eleqedar bibin û ji bo çareseriyê bi hev re bixebitin.