Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Komîteya Azadiya Rêber Ocalan diyar kir ku dîlgirtina Rêber Apo bêrêziya li hemberî hemû nirxên mirovahiyê ye û bang li tevahiya gelên azadîxwaz û bi taybet jinan kir ku di hemû hemû çalakî, civîn û semînerên xwe de, li gel dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin
Berfirehiya daxuyaniya Komîteya Azadiyê wiha ye:
“9’ê Cotmehê, salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji berî 24 salan dagirkerên Kurdistanê bi pêşengî û destê gladîoya NATO’yê, planek danîn ku hemû hîmên exlaqî, mirovî, siyasî û qanûnî bin pê kirin. Komployê di 9’ê Cotmeha 1999’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo re gihandin encamê.”
Komîteya Azadiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku gladîoya NATO’yê û dagirkerên Kurdistanê û hêzên kevneperest ji bo armancên xwe tevlî vê komployê bûn û wiha got: “ Dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku nûnertiya îradeya gelên azad dike, kirin. Tişta ku komplogeran jê fam nekirine û fam nakin, rastiya hêz û enerjiya vê tevgerê ye ku çavkaniya wê gel e. Her wiha wan hesabê wan ên li ser îradeya vê tevgerê têk çûn. Lewma tûşî şaşiyek mezin bûn. Her di roja yekem a dîlgirtina Rêber Apo de, ji bo wan derkete holê ku şaşiyek mezin kirine. Xwedîderketina bêhempa a gelê me ya li her çar parçeyên Kurdistanê û her wiha gelên azadîxwaz ên cîhanê ya li Rêber Apo tevahiya xewn û xeyalên wan pûç kirin.”
Komîteyê destnîşan kir ku deng, fikir û ramanên Rêberê Apo bûye xala komkirina azadîxwazên cîhanê û wiha domand: “Îsal di dema ku em vê komployê şermezar dikin ku piştî 23 salên girtina Rêber Apo ya li Gireva Îmraliyê, dengê wî, fikir û ramanên wî hemû sînor derbas kirine û bûye xala komkirina azadîxwazên cîhanê. Xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re, pêşiya fikir û ramanên wî bigirin, lê ne tenê nekarîn, belkî niha îdeolojî û paradigmaya wî, li her cihî belav bûye û li niha hemû kolanê cîhanê li dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tîje bûye. Niha piştî 23 salan ne tenê Îmralî û hemû sîstema êşkenceyê nekariye Rêbertiyê îzole bike. Belku niha dengê wî ji yê her kesê bilindtir e. Hemû astengiyan nekariye pêşiya pêla berfirehbûna fikir û ramana Rêber Apo bigire. Niha êdî modernîteya kapîtalîst, gladîoya NATO’yê, dagirkerên Kurdistanê û hemû hêzên kevneperest li hemberî hêza Rêber Apo bêçare mane.
Niha êdî nabe qala azadiya jin, rêzgirtin û parastina jîngehê, azadiya gelan, mirovê azad, demokrasî û wekheviyê neyê kirin û Ocalan neyê xwendin. Niha ew bûye manifestoya azadiyê.
Dîlgirtina Rêber Apo, dîlgirtina wan nirxên ku tevahiya temenê xwe ji bo pêşkêş kiriye. Dîlgirtina Rêber Apo bêrêziya li hemberî nirxên mirovahiyê ye. Lewma em weke Komîteya Azadiya Ocalan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwazê ji tevahiya azadîxwaz û bi taybet tevahiya jinan dikin ku li hemû çalakî, civîn û semînerên xwe de, li gel dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin.”