Komîserê Berpirsyarê Têkiliyên Cîrantiya Baş û Berfirehkirinê ya Yekitiya Ewropa (YE) Stefan Fule diyar kir ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê di nava fikaran de ne.
Stefan Fule di civîna Komîsyona Parlamentoya Tikriye –Yekitiya Ewropayê ya Têkel de axivî û wiha got: “Du hefte berê ez li Tirkiyeyê bûm, bi nûnerên saziyên yên cuda re hatim cem hev. Nûnerên rêxistinan diyar kirin ku baweriya wan bi saziyên ku ewlehiya wan diparêze nîne û gotin cara yekemîn fikarên xwe wisa tînin ziman. Ez jî cara yekemîn dibim şahidê titşekî wisa.”
Fule got ku ev du sale di têkiliyê bi Tirkiyeyê re tu pêngavek nû tune ye û got; “Divê Tirkiye reformên ku li ser wezîfeye divê bi awayekî cidî bîne cih.”
DOZÊn KCK’Ê
Fule bal kişand sr girtinên di bin navê KCK’ê de û wiha got: “Li Tikriyeyê hejmara kesên ji ber ramana xwe hatine girtin, dema mirov bidin ber çavan divê têgeha sûc ji nû ve bê nasandin. Divê qanûna dijî-teror bê guhertin. Divê mafên gelên din xwedî baweriyên din û mafê jinan bê nasandin.
DANÎMARKA: MESELEYA KURD GIRÎNGE
Tevî wezîrên YE û Sermuzakerevanê Tirk Egemen Bagiş û Wezîra Berpirsyarina Karên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn jî di civînê de amade bû. Di civînê de serokê demê yê YE’yê û nûnerên daîmî yê Danîmarkayê sefîr Kîm Jogensen jî da zanîn ku ew tevlî nêrînên Fule dibe. Jorgensen da zanîn ku divê Tirkiye azadî û mafê mirovan biparêze û wiha got: “Ev têr nake. Her wiha divê helwesta li hemberî meseleya kurd û rojnamegerê kurd jî erînê bû. “
FLAUTRE: JI BO KURDAN AŞTIYA CIVAKÎ
Hevseroka Komîsyona Parlamentoya Tevlihev a Tirkiyê- Yekitiya Ewropayê Helene Flautre jî di axaftina xwe ya vekirinê de wiha got: “Ji bo mesleya kurd bi aştiya civakî bê çareserkirin divê aliyên çandî û siyasî jî bikevin hesab. Ev çawa dikeve makeqanûna nû gelek girîng e. Girtina şaredar û siyasetmedarên kurd ji ber qanûna dijî-terorê pêk tê. Divê ev ji aliyê hikûmetê ve bê çareserkirin.”
PE DÊ LEYLA ZANA GUHDARÎ BIKE
Flautre bal kişand ser pirsgirêka kurtaj, perwerdehiyê ya 4+4+4 û wiha got: “Komîsyona Parlamentoya Tevlihev a Tirkiyê- Yekitiya Ewropayê ji bo ku meselaya kurd û TMK’ê (qanûna dijî terorê) Leyla Zana vexwendiye Brukselê. Em li wir dê wê guhdarî wê bikin.”
Endamên Parlementoya YE’yê ku bertek nîşanê 10 sal cezayê li Zanayê hatî birîn dan, û ji ber vê yekê Sermuzakerevanê Tirk Egemen Bagiş jî wiha got: “Leyla Zana Abdullah Ocalan wekî rêber dibîne. PKK’ê jî wekî tevgereke ku têkoşîna demokrasiyê dimeşîne dibîne. Ji ber vê jî ev bi kesên ku Bîn Ladin û El Qaîde diparêzin re heman in.”
BAGIŞ: BERIYA WE ME JI ROJAVA NOBEDARÎ KIR!
Bagişê ku hêrsa xwe kontrol nekir , got ku PKK ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve j aliyê YE’yê ve jî di heman astê de tê tawanbarkirin. Bagiş li ser pirsên makeqanûna ya ji bo çaresriya pirsgirêka kurd jî wiha got: “Heta duh jî kurdan nedikarî bigota em kurd in. Lê di dema AKP’ê de kanaleke wan a 24 saetan weşandê dike heye.” Bagiş, Fule destnîşan kir û wiha got: “Dema ku tu endamê partiya Varşovayê bû, em li NATO’yê bûn û me ji baskê herî zehmet re nobedarî dikir!”
DOZA PUŞÎ Û PROTESTOYÊN XWENDEKARAN
Komîsyona Parlamentoya Tevlihev a Tirkiyê- Yekitiya Ewropayê CHP’ê jî doza Puşî ya xwendekar Cîhan Kirmizigul ku rastî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat bibîrxist û her wiha got xwendekarên ku çalakiya perwerdeya bê pere xwestine jî rastî 8 sal ceza hatine û keyfiyeta dadgehên rayeya tabyet anî ziman.
Li ser vê Bagiş îdia kir ku li Tirkiyeyê daraz, di aste k li AKP’ê jî dozê vebike pêşketiye! Civîna ku nêzî 100 parlamenterê tevlibibûn de di navbera parlamenterê rastgir Barry Madlener û Bagiş de nîqaşên bi awayeke germ derbas bûn.