Frankfurter Rundschau: An hembêza Erdogan, an girtîgeh

Frankfurter Rundschau: An hembêza Erdogan, an girtîgeh

Yek ji rojnameyên Alman ên xwedî prestîj Frankturter Rundschau bal kişand ser doza Çapemeniya Kurd a li Stenbolê berdewam dike û rexneyên tund li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir. Rojnameyê nivîsand ku li Tirkiyeyê zêdetirê 100 rojnamevan hatine girtin û bi vê yekê jî Çîn û Îranê jî li pişt xwe hiştiye. Rojnameyê cih da şîroveya “Rojnamevanên li Tirkiyeyê an di hembêza Erdogan de ne, an jî di girtîgehan de ne.”

Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam dike. Rojnameya Alman Frankfurter Rundschau bal kişand ser vê doze û diyar kir ku darizandina rojnamevanan tê wateya derbeyek mezin li hemberî azadiya çapemeniyê.

Rojnameyê di nûçeya bi sernûçeya “Di dijminahiya çapemeniyê de li cîhanê rekor a Tirkiyeyê ye” de destnîşan kir kir ku Tirkiye bi girtina zêdetirê 100 rojnamevanan Çîn û Îranê jî li pişt xwe hiştiye û di cîhanê de rekor şkandiye. Rojnameya Alman bal kişand ku li Tirkiyeyê êdî rojnamevan bûne du beş û van beşan wiha rêz kri; “Koma yekemîn di girtîgehan de ne, koma duwemîn jî rojnavanên di hembêza Erdogan de rûdinin in.”

'ÎDDÎA NEHATINE PIŞTRASTKIRIN'

Rojnameyê bi bîr xist ku di rojnamevan di 20’ê berfanbara 2011 de bi hinceta “piştgirî didin rêxistina terorê” hatine girtin û der barê sucdarkirinên li hemberî rojnamevanên Kurd de da:

"Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê û Berpirsê Karên Nivîskî Ziya Çîçekçî bi hinceta pereyê rêxistina “illegal” ji wî re hatiye şandin, tê darizandin. Midûra Karên Nivîskî ya DÎHA’yê Fatma Koçak bi hinceta beşdarî Konferansa Jinan a li Venezuelayê bûye û nivîsek bi sernavê “Pirsgirêka Kurd dikare bi Xweseriya Demokratîk çareser bibe” nivîsandiye, di girtîgehê de ye.”

Rojnameyê da diyarkirin ku rojnamevanên girtî, ji ber nûçeyên der barê pirsgirêka kurd de çêkirine hatine girtin û bal kişand ser gotinên Eren Keskîn di civîna çapemeniyê ya li Stenbolê hat lidarxistin; “Di salên 1990’an de xebatkarên me dihatin kuştin, avahiya me ya rojnameyê dihat bombekirin. Niha jî em têne girtin. Daraz dixwaze dengê Kurdan û rojnamevanên Kurdan bibire.”

Rojnameya Alman Frankfuter Rundshau destnîşan kir ku di encama dozên weke vê yên li hemberî muxalefeta Kurdan pêk hatin de 8 hezar kes di girtîgehan de ne û cih da gotinên Ragip Zarakolû yên bi awayê; "Desthilatî kemalîst, an jî muhafezekar be, ferq nake, azadiya çapemenî û ramanê tê binpêkirin. Pêwîstiya me bi çapemeniya cîhanê heye.”