Firat: Em edaleta Pîr Sûltan dixwazin

Parlamenterê Stenbolê diyar kir ku 30 sal li ser Komkujiya Sêwasê derbas bûn, lê hîna edalet pêk nehatiye û got: “Em edaleta Pîr Sûltan dixwazin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê û Serokê Desteya Rêveber a Cemxaneya Garîp Dede, Celal Firat têkildarî Komkujiya Sêwasê ji ANF’ê re axivî.

Firat diyar kir ku tiştên di 2’ê Tîrmeha 1993’an de qewimîne, divê mirov weke lekeyek reş a dîroka Tirkiyeyê bibîne û got ku ji xwe dîroka komarê di heman demê de dîroka komkujiyan e. Firat diyar kir ku di dema Komkujiya Dêrsimê hate kirin, Kurdên Elewî yên li wir berpirsyar hatine girtin û got: “Li Mereş, Çorûm û Sêwasê jî heman tişt qewimî. Eger mirov ji sedsala duyemîn a komarê li benda Tirkiyeyeke cuda be, divê kujer werin darizandin. Lê 30 sal li ser derbas bûn, merasîmên bîranîna komkujiyê tên qedexekirin.”

‘TI PÊNGAVEKE ŞÊNBER NEHAT AVÊTIN’

Firat destnîşan kir ku tevî 30 sal li ser Komkujiya Sêwasê derbas bûne, dewletê hîna ti pêngaveke şênber neavêtiye ku komkujiyê ronî bike û faîlan darizîne û ev tişt got: “Serokê demê Tansûr Çîller di daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê dayî de wiha gotibû, ‘Şukir ti tişt bi serê welatiyên me yên ji derve nehat’. Piştre destûr dan li cihê ku mirov lê hatine qetilkirin, cihê kebaban were vekirin. 21 sal in AKP li ser serê vê dewletê ye, lê têkildarî faîlên Komkujiya Sêwasê ti lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin. Piraniya faîlan di dema vê desthilatdariyê de reviyan çûn derveyî welat. Dihat gotin ku li her derê  li berpirsyarê komkujiyê Cafer Çakmak tê gerîn, lê me zanî ku li navenda Sêwasê wefat kiriye. Dewletê nîşan da ku xwedî li faîlên vê komkujiyê derketiye.”

Firat destnîşan kir ku saziyên Elewiyan bi salan e dixwazin ku Otela Madimakê bibe muzeyeke şermê û wiha got: “Em edaletê dixwazin, lê edaleta ku em dixwazin ne edaleta Yezîd e. Em edaleta Pîr Sûltanan dixwazin. Divê dewlet lêborînê ji beşên civakî bixwaze ku komkujî bi serê wan aniye. Eger ev neyê kirin, em ê her tim di her platformê de ji wan re bêjin ku zilmkarî kirine û kujeran diparêzin.”