Fîlozofa femînîst a Emerîkî Anderson piştgirî da pêvajoyê

Fîlozofa femînîst Elizabeth Anderson ragihand ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.

Fîlozofa Emerîkî Elizabeth Anderson piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku 27'ê Sibatê hate destpêkirin.

Fîlozofa femînîst peyamek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman:

"Bi hatina sala nû re em pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Her gava bi pêş ve ya li Tirkiyeyê ji bo civakeke demokratîk û aştiyane bê avêtin, wê nîşanî me hemûyan bide ku cîhaneke hîn baştir pêkan e. Otorîterî xwe dispêre nêrîneke bêhêvî û qebûlkirinê. Ji bo demokrasiyeke xurt û zindî jî pêwîstî bi hêviyê ye. Ji her kesên ku li Tirkiyeyê ji bo aştiyê dixebitin, ji gelê Tirikykeyê û tevahiya mirovahiyê re hêviya başiyê dixwazim."

ELIZABETH ANDERSON KÎ YE?

Elizabeth S. Anderson, di 5’ê Kanûna 1959’an de ji dayik bû û fîlozofek hemdem û teorîsyona siyasetê ye.  Li Zanîngeha Michiganê weke profesora Arthur F. Thurnau di qadên felsefe û xebatên jinan de kar dike. Xebatên wê piranî li ser etîk, felsefeya siyasetê, teoriya demokratîk, wekhevî, edaleta civakî û felsefeya feminîst e.