Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê hate qedexekirin

Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxî ku dihate plankirin ji aliyê Yekîtiya Komeleyên Gêxiyan ve bê lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hate qedexekirin.

Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxî ku ji aliyê Yekîtiya Komeleyên Gêxiyan (KI•DEB) ve dihat xwestin di navbera 12-13'ê Tebaxê de li navçeya Gêxî ya Çewlîgê bê lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat qedexekirin. Komîteya Amadekar a Festîvalê têkildarî biryara qedexeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi hinceta li navçeyê qada festîvalê tune ye, festîval hate qedexekirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Em dixwazin diyar bikin ku ev helwest ne bi niyeta baş e. Di esasê xwe de xerabiyeke mezin a li hemberî gel û esnafên Gêxiyê ye. Li her devera welat şahî tên lidarxisitn lê li Gêxî qedexe dikin. Ev li dijî aqilan e. Armanca me ew e ku em bi hev re kêfxweş bibin û bi hev re xemgîn bibin. Me dixwest li ber stranên Kurdî govenda xwe bigeranda. Qedexekirina şahiyek bi vî rengî nayê qebûlkirin.”