Fermandareke fedaî ya YJA-Star’ê bû

Baweriya şehîd Hêzil Rizgar ew bû ku wê şoreşa azadiya Kurdistanê encax bi tevlêbûna fedaiyane pêk bê. Li qadên şertên wan herî zor şer kir û wek fermandareke fedaî ya YJA-Star’ê ket nav dîroka têkoşînê.

Xuya ye ku dîrokê pirtûka qehremaniyê ji bo Kurdan û Kurdistanê veqetandiye. Kobanê ku berxwedanên mezin lê çêbûn, li dinyayê bû sembol. Ala berxwedanê bi pişt re dewrê Efrînê kir. Îro jî li çiyayên qedîm ên Kurdistanê, di Cenga Xabûrê, Bazên Zagrosê de, li Rojava û Girê Hekariyê ruhê şerker heye. Ji bi hezaran qehremanan yek jî Hêzil Rizgar (Nazliye Hesen) e ku li Efrîna berxwedêr a ax bi xêr û ber çêbûye û gotiye ‘’Her tişt ji bo jiyaneke azad’’ û berê xwe daye çiyayên azad.

Malbata wê welatparêz e. Ji lew ma hêj di piçûkatiya xwe tevgera azadiyê nas kiriye. Ew jî wek malbata xwe bi ciwanî digihîje têkoşîna şoreşê. Bi dêya xwe re diçe her meş û xebata têkildarê partiyê. Ji piçûkatiya xwe ve hez ji welatê xwe kiriye û sala 2013’an bi awayekê çalak ketiye nav xebata şoreşê. Demekê xebata ‘Jinên Ciwan’ kiriye û bi şûn de biryar daye ku li çiyayên Kurdistanê li têkoşînê dewam bike. Bi navê Bêrîtan Kendal, rûpelekê nû di jiyana xwe de vedike. Di roportaja xwe de ku beriya bibe şehîd, bi gotinên ‘’…Bi gotinan nayê vegotin. Ji bo mirov têbigihîje û hest pê bike, divê mirov bijî’’ behsa jiyana xwe ya gerîlatiyê kiriye.

LI QADÊN HERÎ ZOR BI QEHREMANÎ LI BER XWE DA

Hêzil ku perwerdehiya xwe ya bingehîn li Qendîlê dîtiye, bi pişt re li Akademiya Leyla Şaylemez û Akademiya Apollon perwerdehiyê dibîne. Ji hemû perwerdehiyên ku dibîne û bi şûn de pir bi pêş ve diçe; ji perwerdekirina şerkerên nû ta bi amadekirina mewziyên şer, ji xebatên stratejîk ta bi yekîneyên jinên azad, di her warî de serkeftinê ji xwe re dike esas. Ji dil bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Xwe di warê îdeolojîk, felsefî û civakî de perwerde dike û dibe şareza.

Baweriya wê ew e ku mirov encax bi awayê tevlêbûna fedaiyane bikare şoreşa azadiya Kurdistanê pêk bîne. Lewma sala 2021’ê bi dilê xwe dikeve nav Hêzên Taybet. Bi baweriya bi xwe, bi kesayetiya xwe ya bi hêrs û azwerî û baweriya xwe ya ku wê di her warî de bi ser bikeve, di nav Hêzên Taybet de tê asteke giring, ji hemû hevrêyên xwe re jî dibe hêz û moral. Zû bi zû serkeftinên mezin bi dest dixe, di jiyana gerîlatiyê de dibe xwedana rolekê bandorlêker û diyarker. Ji bo bibe fermandareke şareza ya YJA-Star’ê, pir dikeve hewilê û navê wê di nav Hêzên Taybet de dibe Hêzil, ji bo jiyandina kekê xwe yê şehîd jî paşnavê Rizgar li xwe dike.

Felsefeya xwe ya jiyanê wiha diyar dike: “Bêyî zehmetiyê mirov nikare tu dersê ji jiyanê werbigire, hîn bibe û mezin bibe.” Ji wê boneyê qadên şertên wan herî zor ji xwe re hildibijêre. Dewleta Tirk a qirker ku dest bi êrîşa dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê dike, wek mîlîtan û fermandareke tîma bi tevger a YJA-Star’ê li ber xwe dide.

27’ê Gulana sala 2022’yan li qada berxwedanê ya Girê Hekariyê ya girêdayê Metînayê, bi awayekêfedaiyane bersiva dijminê êrîşker dide, ji çalakiyekê re ku 18 dagirker tên cezakirin, fermandariyê dike. Heta bêhna xwe ya dawîn li ber dijmin li ber xwe dide, bi hevrêyê xwe Laşer Egîd re bi qehremanî dibe şehîd û wek fermandareke YJA-Star’ê dikeve nav dîroka têkoşînê.