Fermandarê 'Artêşa Azad' li xwe mukur hat: El Qaîde ji Tirkiyê hat

Fermandarê 'Artêşa Azad' li xwe mukur hat: El Qaîde ji Tirkiyê hat

Fermandarê Tugaya Albaz a Artêşa Azad Mehmut Hecî Hesen lixwe mukur hat û got ku hemû komikên El-Qaîdeyê di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne. Hesen, diyar kir ku El-Qaîdeyê destpêkê alîkariya wan dikir, lê niha her derê ji destê wan derdixîne.

Azad Mehmut Heci Hesen ku hevpeyvînek da rojnameya Radîkal a Tirkiyê, bal kişand ku ji Tirkiyê alîkariya çekan ji bo hinek komên çete yên li Sûriyê hatiye kirin. Hesen, destnîşan kir ku ew çekan ji Tirkiyê dikirin jî. 

Di hevpeyvînê de tişta herî balkêş jî nêrînên Hecî Hesen ên derbarê têkiliyên Artêşa Azad û El-Qaîdeyê de ne. Hesen, îtîraf dike ku baskên El-Qaîdeyê yên li Sûriyê yên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cephet El-Nusra destpêkê di nava Artêşa Azad de bûne, alîkariya wan kirine, lê piştî demekê her ku diçe bihêz bûne û êdî cihê di destê Artêşa Azad de jî distîne.

Hesen dibêje ku El-Kaîde dixwaze li Sûriyê dewleta Îslamî ava bike û got ku rejîma Esad hilweşe, wê vê carê di navbera El-Qaîde û wan de şer derkeve.

Hesen diyar kir ku hêza El-Qaîdeyê ji yan wan zêdetir e û bal kişand ku komên El-Qaîdeyê hemû di ser Tirkiyê re hatine. Hesen têkildarî mijarê wiha got: "Li cîhanê çiqas El-Qaîde hebe, çi hebe hat. Hemû jî di ser Tirkiyê re hatin. Îstîxbarat jî hatin. Yên baş û nebaş jî di ser Tirkiyê re hatin Sûriyê. Mirovên cur bi cur hatin. Piştî rejîma Esat wê çi bibe, tu kes nizane. Ger ku Tirkiye sinorên xwe bigire, emê rehet bibin."