FEDA: Em di pêvajoyek xeternak de ne, divê em têkoşîn û yekîtiyê mezin bikin

FEDA'yê bal kişand ku dewleta Tirk qirkirina çandî ya li ser Elewiyan zêde dike û got, "Em di pêvajoyeke xeternak de ne, divê em têkoşîn û yekîtiyê mezin bikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de hat gotin, "Zihniyeta netew-dewletê ya yekdest û înkarker piştî sedsalekê li dû lîstikên nû yên li dijî Elewiyan e. Elewîtîya ku nikare bi înkar, komkujî, asîmîlasyon û qirkirinê ji holê rake, li gorî xwe pênase dike û hewl dide li gorî berjewendiyên dewlet û desthilatdariyê, Elewîtiyê biafirîne. Em vê feraseta ku dixwaze li gorî xwe teşe bike û kirasên nû lê bike, red dikin û qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

"Dewlet dixwaze bi rêya Erdogan Elewiyan bi temamî bixe bin kontrolê, têkoşîna Elewî ya bi rêxistinkirî ya li ber xwe dide ku ne Elewiyên dewletê ye, tasfiye bike. Di vê wateyê de divê Elewî her tim li dijî armanca qirkirina çandî derkevin. Bêyî ku em ferqê bixin di navbera sazî û cudahiyên xwe de, divê em bi hesasiyetek mezin nêzî vê pêvajoya xeternak bibin.

Gotina Erdogan a ‘Em ê Serokatiya Çanda Elewiya ya Bektaşî û Cemxane ya girêdayî wezaretê ava bikin’ ji înkarkirina dewletê jî xetertir e. Ji ber ku bi serokatiya çand û cemxane ya ku girêdayî wezareta dewleta yekdest, înkarker û qatil, ne mimkûn e heqîqet û rastiya baweriya Elewîtiyê bê domandin.

Dewlet ji ber ku ji hêza organîze ya muxalefetê ya Elewiyan ditirse, li cihê ku bigire pêşberî xwe dixwaze bike bin kontrola xwe. Eger dilpak bûya, dê bigota ku Elewîtî xwedî baweriyek xweser in, dê dev ji qedexekirin û cihên bawerî lê tên kirin berdaba û qebûl bikira ku Pîr rêberên baweriyê ne.

Li şûna tiştên bê kirin; wî xwest ku bi wezaretê ve Serokatiya Çanda Elewiyan a Bektaşî û Serokatiya Cemxane ava bike da ku Elewiyan bindest bike, Elewiyan bi qirkirina çandî veguherîne û baweriya Elewîtiyê bike mezhebeke ku girêdayî Îslama Sunî be.

Divê em baş bizanibin ku eger Elewî ji vê projeye bawer bikin û bixapin, wê şopa baweriya Elewîtiyê nemîne.

Eger em dixwazin bi rêya raya heq û heqîqeta xwe bijîn û biparêzin, divê em bi hişmendîya ku ji bilî hevgirtinê di têkoşîna demokrasiyê de rêyek din tuneye, nêzî vê pêvajoyê bibin. "