Fadil Şenyaşar nehat berdan

Rûniştina doza ku der barê qetilkirina malbata Şenyaşar de hatibû vekirin hat dîtin. Fadil Şenyaşar ê ku 5 salan di hucreya yek kesî de dîl hatibû girtin, nehat berdan.

2'yemîn rûniştina doza têkildarî qetilkirina malbata Şenyaşar a ji aliyê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate dîtin.

Rûniştina dozê li Dadgehên Cezayê Giran a li Taxa Cafana ya navçeya Çirmik hate dîtin. Di rûniştina dozê de parêzerên Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Riha û Dîlokê, Parlementerên Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û nûnerên baroya herêmê amade bûn.

Xizmên malbata Yildiz û Şîmşek li salona dadgehê hewl dan êrîşî Emîne Şenyaşar bikin. Cendirmeyên li salona edliyeyê midaxaleyî êrîşê kirin û êrîş asteng kirin. Leşkeran bi hinceta ku navê rojnamevanan û gelek kesan di lîsteya bikevin eywanê de nîne nehişt bikevin hundir.

Parêzerên malbata Şenyaşar, parêzerên aliyê ku qetlîamê pêk anîn di rûniştinê de amade bûn. Fadil Şenyaşar ku 5 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de girtî ye, bersûcên girtî Enver Yildzi, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ên li Xarpêtê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê hatin kirin.

Piştî tespîta nasnameya serokê dadgehê diyar kir ku tayîna wî derketiye û gengaz e ku şandeya dadgehê biguhere û ew dest ji beyanên şahidan berdidin û şandeya bê dê dîsa li şahidan guhdar bike.

Rûniştin bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin berdewam kir.

Parêzerên ji Baroya Agiriyê xwestin daxilî dosyeyê bibin. Parêzerên malbatên Yildiz û Şîmşek qaîdeyê rûniştinê binpê kirin û nerazîbûn nîşanî daxwaza daxiliya dosyeyê dan. Şandeya dadgehê daxwazaya Baroya Agiriyê red kir.

Dozger mutala xwe eşkere kir û xwest bersûc bi awayek girtî bên darizandin.

Fadil Şenyaşar li dijî mutalayê axivî û wiha got: “5 sal in ez girtî me. Ez sûcdariyan qebûl nakim. Ez li ser derew û îftirayan li vir girtî me. Ez tu tawanbariyan qebûl nakim. Sîleh li holê nîne lê ez girtî me. Heke sîleh bê dîtin dê derkeve holê ku ne min gule berda ye. Ji ber ku ne min sûc kiriye sîlehê vedişêrin. Ez parastinên xwe yên berê dubare dikim û dixwazim negirtî bêm darizandin.”

Bersûcên girtî Enver Yildiz, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî sûcdariyan red kirin û xwestin bên berdan.

Bersûcan ferdên Malbata Şenyaşar wek “terorîst” pênase kirin. Emîn Şenyaşar nerazîbûn nîşanî vê pênaseyê da û wiha got: “Hem zarokên min qetil kirin hem jî ji me re dibêjin terorîst. Terorîst hûn in, hûn li nexweşxaneyê mirovan qetil dikin. Lawê min bi neheqî hatiye girtin.”

Şandeya dadgehê biryar da ku Emîne Şenyaşar ji salona rûniştin bê derxistin. Parêzerên malbatê nerazîbûn nîşanî biryarê dan û destûr nedan ku Emîne Şenyaşar derxin derve.

Paşê parlamenter Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Hê nobeta me didomiya 8 parêzer guherîn. Piştî çar salan ev doz hat vekirin û li Meletiyê ye. Heke dayika min tênekoşiya belkî doz jî venebûya. Li nexweşxaneyê qetlîam hat kirin. 5 sal şûn ve dîmenên lêkolîna cihê bûyerê gihîştin ber destê me. Wezîrê Dadê digot, ‘edaleta derengmayî ne tu edalet e’. Li nexweşxaneyê wezîr, walî û qeymeqam hebûn. Qetlîm hat kirin. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz dest û linge xwe dihejîne û ji nexweşxaneyê derdikeve. Parêzbendiya wî qediya. Divê bê girtin. Em dixwazin li midûrê emniyetê ku şahide bûyerê ye were guhdarîkirijn. Me bi waliyê berê Abdullah Erîn re hevdîtin kir. Ji me re got ku dîmen di arşîva dewletê de heye. Sûcek li dijî mirovahiyê qewimî. Tu rêxistina terorê li nexweşxaneyê li ser sedyeyê mirov qetil nekirine. 5 sal in birayê min bi awayekî neheq girtiye. Em dixwazin were beraetkirin.”

Parêzera Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û destnîşan kir ku polîsên mudaxileyî qetlîamê nekirine bersûc in û xwest Fadil Şenyaşar bê berdan.

Parêzerê malbatên Yildiz û Şîmşek, Bunyamîn Çelîk, heqaret li Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên Malbata Şenyaşar kir. Şandeya dadgehê ragihand heke ku heqaretan bidomîne dê Çelîk ji salonê derxe.

Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û da zanîn ku ew ê guhdariya li Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba yê wê demê di rûniştinê bê de binirxîne. Şandeyê biryar da ku dibe Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi “gumana sûcê bihêz”, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî bi hinceta “komnekirina delîlan” berdana wan red kir û xwest girtî bên darizandin.

Şandeya dadgehê rûniştinek din taloqî 6’ê Cotmehê kir. Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ev edaletek çawa ye, edalet û dewlet tune ye.”

Ferît Şenyaşar di 16’ê Tîrmehê de li ber Edliyeya Rihayê di Nobeta Edaletê de axivîbû û diyar kiribû heke birayê wî Fadil Şenyaşar neyê berdan dê Nobeta Edaletê bibin ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê.