Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel der barê doza "Lihevkirina Bajar" ku ya tevî cîgirên şaredar 10 rêveberiyên şaredariyê yên Kartal û Ataşehirê tên darizandin de daxuyanî da. Ozel diyar kir ku di hilbijartinê de gelek şaredarî hatin bidestxistin û got: “Em bi zîhniyetek ku Tirk û Kurd ên ku ji bo meclîsên şaredariyê hatine hilbijartin weke sûc dibîne re rû bi rû ne. Niha zîhniyeta ku behsa 'aştî' dike û di heman demê de Kurdên ji bo meclîsên şaredariyan hatine hilbijartin krîmînalîze dike. Ew ne samîmî ne û ne alîgirê aştî û xwişk-biratiyê ne. Ji ber ku ev doz vîna me ya ji bo jiyana bi hev re û siyasetê hedef digire. Ev doz şerma Tirkiyeyê ye!"