Ersoz: Ger AKP’e wisa bidomîne dê her der bibe Şemzînan

Ersoz: Ger AKP’e wisa bidomîne dê her der bibe Şemzînan

Nivîskar Cezmî Ersoz, diyar kir AKP bi polîtîkaya xwe ya çewisandina çapemeniyê, çapemeniya kurd ya ku neçewisand bi girtinan hewl dide asteng bike. Ersoz bang li xwendevanên xwe kir û xwest beşdarî danişîna doza rojnamegerên ya ku di 10’ê îlonê de pêk tê bibin. Ersoz der barê pirsgirêka kurd de jî wiha got: “AKP ger di polîtîkayên xwe de israr bike dê her der bibe Şemzînan, Elkê.”

Nivîskar Cezmî Ersoz ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan yên di çarçoveya pirsigrêka kurd de pêk tê û wiha got: “Ev demeke dirêj bû evqas binpêkirinên mafan pêk nedihat. Bê guman bi taybetî em vê wekî encama nêzîkatiya li hemberî gelê kurd dibînin. Niyeta demokratîkbûnê ya AKP’ê bi giştî ji derewan wêdetir e.”

Cezmî Ersoz wiha pê de çû: “Gelê kurd dixwaze mafên xwe yên demokratîk bixe pratîkê. AKP’ê jî polîtîkayên xwe yên çewisandin û pelçiqandinê xistiye meriyetê. Kesên li dijî vê tabloyê bê deng dimînin jî rexne dikim. Di encama van polîtîkayan de mixabin rojnamegerên kurd û yên muxalîf hatin girtin. Ez hin rewşenbîr û ronakbîrên tirk yên ku îdia dikin ew demokratîk in jî bêçare dibînim. Ew jî dibin hevkarê pêvajoya çewisandina li hemberî kurdan pêk tê. Kurd dizanin ku çawa tevbigerin. Xwediyê dengê çapemeniyê ye. Kesê li dijî dewletê derneyê ne demokrat e û ne jî tiştekî din e. Kesên bê deng bimînin jî hevkarê van zexta ne.”

DEMA HEMÛ MAFÊ KURDAN BÊ DAYÎN DÊ AŞITÎ PÊK BÊ

Ersoz da zanîn ku ger li hemberî polîtîkayên AKP’ê serî bê tewandin de, ev yek bêçaretî ye û wiha got: “ Di vê rewşê de hin kesên ku em pê bawer in jî dikeve nava vê. Ev tê wateya ku teslîmê atmosfera tirsê bûne. Ev bêçaretî ye. Em dibînin ku rewşenbîr û lîberal teslîmê vê hewayê bûne. Aşitî divê bi îradeya hevkar a du gelan pêk bê. Di zextan û ferzkirinê aşitî pêk nayê. Min heta niha xwestiye ku du gel ligel hev bijîn. Lê divê em vê qebûl bikin. Divê hemû mafê kurdan bê nasîn. Encex wê demê dê jiyaneke bi rumet pêk bê. Lê ligel vê AKP hewl dide bi dersa hilbijarte û TRT 6’ê kurdan bixapîne. Ger bi rastî wisa bifikire, ev tê wateya ku ev encama îflasa polîtîkaya wê ye.”

GER DEST JI FERASETA ‘EM DÊ BI LEŞKERÎ BIQEDÎNIN’NEYÊ BERDAN..

Ersoz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmet AKP’ê di feraseta xwe ya ‘em bi hêz in em dê tune bikin’ de israr dike. Ev feraset sedema geşedanên îro diqewime ye.Dewletê bawer kir ku dê bi leşkerê AKP’ê çareseriyê pêk bîne. Lê ev rêbazên wisa rê li ber mînakên Şemzînan û Elkê vedike. AKP wisa bidomîne dê her der veguhere Şemzînan û Elkê.”

Ersoz diyar ki rku çapemeniya tirk bi zextên hikûmetê weşangeriya rast nake û wiha got: “Mînaka dawî em di veqetîna Yidirim Turker a ji rojnameya Radîkalê dibînin. Weşandina nivîsa Yildirim Turker nîşan dide ku çapemeniya tirk hin tiştan vedişêre. Ji ber ku Yildirim tiştên li Şemzînanê diqewimî rast vedigot. Mînakên wisa pir zêde ne.”

EM RASTIYAN JI ÇAPEMENIYA KURD HÎN DIBIN

Ersoz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hebûna çapemeniya kurd gelek girîng e. Ez şkestina esas wekî Roboskê dibînim. Çapameniya kurd Roboskê derxist holê. Çapemeniya tirk jî veşart. Me di salên 90’î de şewata gundan, cinayetên kiryarnediyar ji Ozgur Gundemê dixwend. Di salên 2000’î de me geşedanên herêmê bi çapemeniya kurd hîn kir. Ez van rojan wekî em li salên 90’î vegeriyane dibînin. “

Ersoz destnîşan kir ku di 10’ê îlonê de li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê danişîşan rojnamgerên kurd heye û wiha got: “Ez hewl bidim dê wê rojê li wir bim. Divê hemû kes li wir be. Em dê jib ow an rojnamegeran rayagitşî ava bikin. Êdî em nekarin bê deng bimînin. Ji ber ku cihê ku rojnamegerekî azad li wir tune be, şensê me yê tu kesî yê azadiyê namîne.”