Faşîstan êrîşî avahiya Rêxistina BDP’ê ya navçeya Eyûbê kirin. şahidek yê bûyerê ragihand ku, beriya êrîşê destpêkê Sirûda Îstîklalê xwendin, her wiha li gel koma nîjadperest wesayîta polîsan ya zirxî akrep jî hebû. BDP’iyan qeydên MOBESE’yê xwestin, lê polîsan bersiva “Qeyd nînin” da.
Êrîşek din jî ya li ser BDP’ê zêde bû, komek qasî 20-30 yên faşîst duh şev êrîşî avahiya BDP’ê ya Eyûbê kirin.
Koma ku sloganên nîjadperest avêtin û dijûn gotin, bi keviran camên avahiyê şikandin.
Di derbarê êrîşê de Serokê BDP’a Navçeya Eyûbê Ozer Kizilkaya ragihand ku, ji ber sedema êrîşê sê camên pencereyên avahiyê şikestine. Kizilkaya da diyarkirin ku, “ Koma êrîşkar li ber kamereya MOBESE ya hinek wêdetirî avahiya BDP’ê Sirûda Îstîklalê xwendine, piştre ber bi avahiyê ve ketine rê. Şahidê bûyerê jî got, li rex koma êrîşkar wesayîta polîsan ya zirxî akrep hebû.”
Kizilkaya aşkera kir ku, “Wana ji polîsan dîmenên MOBESE’yê xwestine, lê belê polîsan bersiva ‘MOBESE naşixule’ da. Bêy ku hûrkolînekê li ser kamerayan bikin bersivek wisa dayîn, mirovan dide fikirandin.”
Kizilkaya destnîşan kir ku, ew çûne Qereqola Polîsan ya Alîbeykoyê û têkildarî êrîşê giliyê sûc kirine.