Îro avahiya Partiya Aştî û Demokrasiyê ya li Sultangaziyê rastî êrîşa komek ya faşîstan hat.
Hate hînbûn ku îro di demjimêrên şevê de komek ya faşîst li ber deriyê Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Sultangaziyê “Sirûda Îstîklalê” xwendin û sloganên “PKK qehir bibe” avêtin. Kesên ku hewildan kevir avêtin, qasî nîv demjimêrê man, hate gotin ku rêveberên BDP’a navçeyê di hundirê avahiyê de bûn. Rageşiya li derdora avahiya navçeyê didome, hate ragihandin ku polîs jî hatin ber avahiya navçeyê. Bihatina polîsan re koma nîjadperest belavbûn. Hate hînbûn ku, rêveberên BDP’a navçeyê ji avahiya navçeyê veqetiyan.