Êrîşa li dijî mîtînga Amedê di rojeva cîhanê de ye

Êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya li Amedê û sedemên wê di rojeva çapemeniya cîhanê de bû.

Êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya li Amedê û sedemên wê di rojeva çapemeniya cîhanê de bû. Di nûçeyên têkildarî teqînê de, têkildarî navnîşana berpirsan de şîrove nehat kirin, lê hat diyar kirin ku derbaskirina bendê ya ji sedî 10 a HDP’ê wê planên serokatiyê yên Erdogan bi dawî bike.

Di nûçeya ku di kovara Der Spîegel de hatiye weşandin de, tevî teqîna  pêk hatiye, cih dan hewldana komkujiya li Erziromê ya li hemberî HDP’ê. Di nûçeyê de hat gotin ku li dijî HDP’ê herî kêm70 êrîş pêk hatine.

Spîegel di nûçeya xwe de de bal kişand ser rola ku HDP sibê di hilbijartinan de wê bilîze û li ser girîngiya derbasbûna bendê hat sekinandin. Hat destnîşankirin ku derbaskirina bendê ya HDP’ê wê piraniya ku AKP’ê asteng bike û berevajî vê jî wê AKP 330 parlamenterî bigire û reforma destûra bingehîn pêk bîne.

Di nûçeya kovara Stern de jî hat bi lêv kirin ku tê payîn ku HDP di van hilbijartinan de ne tenê dengên Kurdan wê dengên aliyên ne Kurd jî bigirin û wiha hate gotin: “Ji bilî Kurdan ên dengên xwe didin HDP’ê, bertekên xwe nîşanî Serokkomar Erdogan didin û bi vê rê dixwazin pêşî li xeyalên pergala serokatiya Erdogan bigirin.”

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransî ya AFP’ê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş piştî teqînê li dijî provokasyonan hişyarî kiriye. Her wiha girtina 50 parlamenterî ya HDP’ê wê Erdogan ji hedefa 330 parlamenterî mahrum bihêle. Di nûçeyê de cih dan gotinên Demîrtaş yên weke ‘Em ê bikevin hilbijartinan û benda ji sedî 10 derbas bikin.'

Di nûçeya rojnameya Le Monde de jî têkildarî komkujiya Amedê de agahî hatin dayîn û dîsa bal kişand ser rola HDP’ê ya di hilbijartinan de. Di nûçeyek din a bi roj di rojnameyê de hat weşandin de, cih da nêrînên hilbijêrên Êlihê.

Di nûçeya bi ser navê ‘Kurd pişta xwe didin Erdogan’ ku Marîe Jego çêkiribû de jî bertekên hilbijêrên Êlihê yên li dijî Erdogan û AKP’ê hatin bicihkirin.

Televîzyoan BBC a Îngîlîz jî dîmenên piştî komkujiyê parve kir û cih da daxuyaniyên rayedarên hikûmetê. BBC jî wek weşanên din got derbaskirina benda ji sedî 10 girîng e.

BBC’ê da zanîn ku di anketan de tê dîtin ku HDP benda ji sedî 10 derbas dike.