Êrîşa li Amedê li Stûttgart hat şermezarkirin

Hewldana komkujiyê ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê li ber Konsolosiya Tirk a li bajarê Stûttgart a Elmanya ji aliyê Kurdistaniyan û hêzên demokrasiyê ve hat şermezarkirin.

Hewldana komkujiyê ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê li ber Konsolosiya Tirk a li bajarê Stûttgart a Elmanya ji aliyê Kurdistaniyan û hêzên demokrasiyê ve hat şermezarkirin.

Girrseya kom bû, dirûşmên, "Qatil AKP", "Qatil Erdogan terorîst, Tirkiye", "HDP gel e gel li vir e" gotin.

Di axaftina li ser navê Platforma Stûttgard a HDP’ê de wiha hat gotin, “Em  êrîşa li hember HDP’ê şermezar dikin. Em ê te nekin serok. Wek HDP Stûttgart em li rex HDP’ê ne.”

Sibe saet 18.00'an li ber konsolosxaneyê wê çalakiya şermezarkirinê pêk bê.