Eren: Girtîgeh bûne navendên êşkenceyê

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren diyar kir ku girtîgeh bûne navendên êşkenceyê û muameleya xerab.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Adalet Kaya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê civîna çapemeniyê lidar xistin.

Parlamenter Serhat Eren di civînê de axivî û destnîşan kir ku li gorî agahiyên tên ber destên wan û li gorî daneyên raporên OHD, baro, ÎHD’ê li girtîgehan girtiyên edlî û polîtîk di heman korîdaran de tên ragirtin û tevî vê yekê gelek caran hişyar kirine jî lê berdewam dike û got: “Ji vê saetê şûn ve ji her mirinek û êşkenceyek li girtîgehan Wezareta Dadê berpirsiyar e.”

Eren bal kişand ser taloqkirina cezayên girtiyan û got: “Di salên dawî de girtî cezayên xwe diqedînin lê îdare û çavdêriya girtîgehê wan bernade û berdana wan taloq dike. Dozger û îdare û çavdêriya girtîgehan dixwazin helwesta girtiyên polîtîk bişkînin û serê wan li ber xwe bidint tewandin. Li gorî tespîtên me yên dawî nêzî 300 girtiyên siyasî ji aliyê desteya îdarî û çavdêriyê ya girtîgehan ve nayên berdan û berdana wan hatiye taloqkirin. Gelek ji van girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin girtiyên 30 sal in girtî ne. Ceza li ser cezayê li girtiyan dibirin û hiqûq û qanûnên dijminane li ser girtiyan tê sepandin.”

Eren bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û xwest cihêkariya li ser girtiyên nexweş were bidawîkirin û demildest bên berdan. Eren da zanîn ku girtî ji bajarên malbatên wan lê ne dişînin sirgûnê û got: “Şandina girtiyan a bajarên dûr rêbazek êşkenceyê ye.”

Eren anî ziman ku hê jî li girtîgehan Kurdî qedexe ye û wiha got: “Li girtîgehan tehamûla li hemberî Kurdî nemaye. Pirtûk, kovar, rojname û nameyên Kurdî nadin girtiyan. Li her deverê dixwazin nasname û zimanê Kurdî qedexe bikin. Em carek din bang li Wezareta Dadê dikin, Girtîgeh veguherîne dadgehan. Girtîgeh bûne navendên êşkence, xerabiyê, muameleya xerab, eziyetkirina girtiyên nexweş û desteserkirina azadiya girtiyan. Her girtîgehekê di nav xwe de dadgehek ava kiriye. Em carek din ji Wezareta Dadê re û rayedaran re dibêjin hişyarên me li ber çavan bigirin û divê bi erka xwe rabin. Heta ku girtiyek mabe û bigihîje azadiya xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”