Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serdana xwe ya ji bo Civata Giştî ya NY’yê ya li DYA’yê betal kir. Hinceta vê yekê jî kongreya AKP’ê ye. Di civîna NY’yê de jî Tirkiye bi tenê mabû
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji ber 4’emîn Kongreya Asayî ya AKP’ê, serdana xwe ya bo DYA’yê û beşdarbûna Civata Giştî ya NY’yê betal kir.
Serokwezareta Tirk di daxuyaniya belav kir de ragihand ku serdana Erdogan a bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji ber kongreya AKP’ê hatiye betalkirin. Hat diyarkirin ku dê Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû nuneritya Tirkiyeyê bike.
Di civîna NY’yê ya ku di tebaxê de pêk hatibû, Tirkiyeyê tişta ku dixwest bi dest nexist. Di civîna ku Tirkiyeyê xwest herêma tempon a li Sûriyeyê bîne rojevê, ji 15 welatan 5 welatan wezîrên xwe yên derve şandibûn. Her wiha tevî Rûsya, DYA û Çînê 10 welatan di asta nunerên xwe yên NY’yê de beşdar bibûn.