Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan di kanaleke televîzyonê de berisv da pirsên rojnamegeran, bi ser her kesên ku polîtîkayên hikûmetê rexne dikin de heqaret barand û sûcdariyên giran kir. Erdogan ku got; “Pirsigirêka Kurd tune, ji çapemeniyê ku gelek ên wan di bin kontrola wî de ye ‘yek tîp weşan’ xwest, malbatên ji bo zarokên xwe ku li rastî refomê hatibû rapor girtibûn jî bi ‘îxanetê sûcdar kir, binçavkirina parlamenterên CHP’ê yê ji aliyê gerîlayan got ku aliyê wê rast tune û daxuyaniya Demîrtaş ya ku ‘400 km di bin kontorla PKK’ê de ye jî’ bi heqaretê bersivand.
Erdogan di Kanalturkê de pirsên derbarê rojevê de bersivand û binçavkirina parlamenterê CHP’ê Huseyîn Aygun a ji aliyê PKK’ê ve jî wekî ku “rastiya wê tune” nirxand.
DIJMINÊ ÇAPEMENIYÊ
Erdogan got; “Gumanên min hene” û di vê mijarê de çapemenî wiha rexne kir: “Serokên navenda min tê revandin. Çapemenî vê nake mijar. Parlamenterek hate revandin bi rojan hate nivîsin. Serokên navenda min jî siyasetê dike. Tu xwedî li wî dernakevî û dema Parlamenterê CHP’ê tê revandin weşana ‘Tirkiye ketine bin kontrola rêxistina terorê’ dikî.
PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ HAT GIRTIN
Derbarê daxuyaniya hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ya der barê Şemzînanê de bersiveke bi heqaret da û wih agot: “Ji hevserokan yek dibêje 400 km di bin kontrola PKK’ê de ye. Vê yekê kezeba vî welatî şewitand. Ev îfade derew e. Tu li aliyê kê yî? Tu li aliyê terorê yî, an jî li aliyê kesên dixwazin terorê tune bikin? Tu wekî hevserokê partiyeke siyasî ya Meclîsa Tirkiyeyê çawa îfadeyek wisa bi kar tînî? Çawa dibe ku 400 hezar metre bxin bin kontrola xwe? Li gorî çi te ev tespît kiriye?
Ev ji siyasetmedariyê dûr ketine. Kesên ku terorîstan hembêz dikin çawa ez dikarim bêjim siyasetmedar. Ev tabloya 9 parlamenteran ya wê rojê nayê jibîrkirin. Em parlamenterên wisa nas nakin. Pêvajoya Muzakereyê hate girtin. Hûn bi van muzakereya çi dikin.”
PIRSGIRÊKA KURD NEMAYE!
Erdogan îdia kir ku pirsgirêka kurd nemaye û wiha got: “Meseleya kurd nemaye. Ez êdî vê qebûl nakim. Ev hatiye derbaskirin. Niha pirsgirêka terorê li Tikriyeyê heye. Pirsgirêka PKK’ê heye. Li Tikriyeyê niha siyaseta kurdbûnê heye. Ez birayên xwe yên kurd ên din ji vê cuda dikim. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.”
JI BO ÇÎÇEK REXNE
Erdogan nivîsa lihevkirinê ya Serokê Meclisê Cemîl Çîçek jî rexne kir û wiha got: “Di niyeta baş ya birêz Çîçek de gumana min tune. Lê pêkanîna xwe ya heta îro aniye dubare bikira dê îsabet bûya. Yanî bi serokên weîkîlan re bihata cem hev û binirxanda dê baştir bibûya. Hin tiştên wisa hene ku ne mumkune mirov tevil bibin.
JI ESAD RE GOT ‘MEFTA’
Erdogan di mijara şerê Suriyeyê de jî, Beşa El Esad wekî ‘meftayê siyasî’ îlan kir. Erdogan wiha got: “Karê Esad her diçe zehmet dibe û ez ji wî re dibêjim mefta. Me lêkolîneke raya gitşî kir. Ji bo pirsa, di rewşa ku gefek bê kirin de, em mudaxaleyê Suriyeyê bikin an na de? Ji sedî 58 bersiva “erê” hate dayîn. Der barê polîtîkaya Suriyeyê de jî ji sedî 49 “erê” hate kirin. Herêma Tampon û herêm ji firokeyê re qedexe divê bi hev re bê nirxandin. Herêma qedexe hatiye îlankirin nekare herêma tampon bê îlankirin. Rewşa berovajî rîsk e. Dê dîmeneke wekî Srabrnîtsa derxe pêşberê me. Bedela bi dehhezaran kesî tu nekarî malê bikî dîrokê.”
ERDOGAN KAMPA KU DI CIH DE BIBÎNE DIKARE BIKEVE!
Erdogan bertek nîşanî kampên sînorê Suriyeyê yên CHP’ê da û got: “Dibêje ez dikevim kampan. Em fermana wê didin. Ew der ne bê xwedî ye. Komîsyona mafê mirovan kete hundir û rapora wan lêkolînê heye. Daxwaza wan çêbû dîsa dê bikevinê. Em kampan nakin navendên şovê. Kiliçdaroglu bixwaze; em dê bêjin ev kamp niha musayid e bikevinê. Bi daxwaza wan çênabe. Ma tu zabita yî, dilê te bixwaze tu biçî her cihekî. Ewlehiya canê wan mirovan mijara gotinê ye.”
MALBAT WEKÎ ÎXANETKAR ÎLAN KIR
Erdogan vê carê jî di mijara reforma perwerdehiya 4+4+ 4 de malbat bi tawanbarkirinên giran sûcdar kir û wiha got: “Kesên rapor girtine wan bi îxanetê wesif dikm. Me zarokên xwe beriya ku temenê wan bê dest bi dibistanê da kirin. Ji ber perwerdehiya beriya dibistanê zarok dest bi pola duyemîn kir. Dema me got 66 meh me rasterast negot. Me lêkolîn kir.”