Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê hat girtin
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê Veysel Îlerî ku li Edeneyê hat destgîrkirin, hat girtin.
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê Veysel Îlerî ku li Edeneyê hat destgîrkirin, hat girtin.
Duh li Edeneyê bi ser malan de hat girtin û gelek kes hatin destgîrkirin. Kesên destgîrkirî ku karê wan ê li midûriyeta ewlehiyê qediya, sewqê Edliyeya Edeneyê hat kirin. Ji ciwanên ku derxistin pêşberê Dadgeriya Silh û Ceza ya Edeneyê hatin kirin, endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan a Edeneyê Veysel Îlerî bi îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ hat girtin.
Kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.