Endamê Meclîsa HDP’ê Tevfîk Kaçar jiyana xwe ji dest da
Endamê Meclîsa HDP’ê Tevfîk Kaçar ê li Îzmîrê dijiya, ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke taybet a lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Endamê Meclîsa HDP’ê Tevfîk Kaçar ê li Îzmîrê dijiya, ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke taybet a lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tevfîk Kaçar ê li Îzmîrê dijiya, ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke taybet a lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaçar wê piştî sibê saet 13.30’an de li Malacemê ya Yamanlar helaltî hate xwestin wê li Goristana Alîaga were veşartin.
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, têkildarî mirina Kaçar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji ber mirina endamê Meclîsa me Tevfîk Kaçar ê yek ji kedkarên kevneşopiya Dr. Hîkmet Kivilcimli ku di têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê de bi awayekî birêkûpêk li cem sosyalîstan cih girt, gelekî xemgîn in. Xeyalên wî wê di têkoşîna me de bijîn.”