Endamê BDP'ê Alpboga jiyana xwe ji dest da
Endamê BDP'ê Alpboga jiyana xwe ji dest da
Endamê BDP'ê Alpboga jiyana xwe ji dest da
Rêveberê berê yê BDP ya navçeya Îzmîr Konakê Zeynettîn Alpboga, duh bi şev di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alpboga li Goristana Bûca hat veşartin.
Zeynettîn Alpboga (26) yê duh êvarî beşdarî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yê li bajarokê Asarlik bû, di vegerê de li pêşberî bazara Tepecîkê qeza kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Zeyneddîn Akboga, îro piştî nimêja nîvro li goristana Bûcayê hat veşartin.