Emîralî Turkmen: Em ê vê carê nehêlin ku şaredariyên me desteser bikin

Emîralî Turkmen anî ziman ku bi encamên pêvajoya jinûve avakirinê û kombûna gel wê kongreyê pêk bînin û destnîşan kir, ku wê fikrê HDP'ê xurt bikin ku bûye mînak ji gelek welatan re.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Komîsyona Karên Hilbijartinê Berpirsyar Emîralî Turkmen li ser pêvajoya piştî hilbijartinê ji ANF'ê re axivî.

Turkmen qala karên beriya konferans û pêvajoya kongreyê ya partiyê kir û got, "Piştî encamên hilbijartinê Desteya Rêveber a Navendî biryarek wergirt. Hevserokên me jî ragihandin ku wê kongreya partiyê lidar bixin û dest ji wezîfeyê berdin. Me bernameya jinûve avabûna partiyê danî ber xwe. Beriya her tiştî me meclîsên xwe yên partiyê kom kir. Yanî me meclîsên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk li hev kom kirin û nirxandineke dirêj a hilbijartinê kir. Bi komkirina hevserokên herdu partiyan me pêvajoya hilbijartinê ji nû ve nirxand. Li gel vê yekê me li hemû bajar, navçeyan rêveber li hev kom kir, nirxandina hilbijartinê kir. Piştre jî me biryar dan ku biçin nava gel û li hemû navçeyan me civînên gel lidar xist.

Em Tirkiyeyê bi 8 herêman pênase dikin. Bi taybetî piştî erdhejê me herêma erdhejê weke herêmek cuda destnîşan kir. Li 8 herêman, li hemû navçeyan me civînên gel lidar xistin, bi gelê xwe re danûstandin kirin, rexne wergirtin û nirxandin. Bi vî rengî me gava destpêkê avêtine. Niha jî piştî nîqaş û rexneyan me pêvajoya jinûve avabûnê daniye pêşiya xwe û em amadekariya wê dikin."

'WÊ NAVÊ PARTIYEKÊ BE KU KEVNEŞOPIYÊ BI BÎR TÎNE'

Turkmen anî ziman ku bi kongreya HDP'ê ya 27'ê vê mehê re wê siyasetê li ser Partiya Çepên Kesk bimeşînin û got, "Em HDP'ê nagirin, lê belê bi gotina me, me biryar da ku HDP'ê sar bikin. Yanî em ê siyaseta xwe ya çalak li ser Partiya Çepên Kesk bimeşînin. Ji bo vê jî em ê destpêkê kongreya HDP'ê lidar bixin û li benda encama pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn bin. Em di nava amadekariyê de ne ku Partiya Çepên Kesk jinûve ava bikin."

Turkmen bi bîr xist ku Partiya Çepên Kesk wê di kongreyê de navê xwe biguherîne û anî ziman ku navê nû jî wê kevneşopiya HDP'ê bi bîr bixîne.

Turkmen destnîşan kir ku hilbijartinên xwecihî ji bo partiya wan gelekî girîng e û got, "Hilbijartinên giştî ev encam ji me re ragihandiye; belê em karin şaredariyên xwe jinûve bi dest bixin. Lê belê vê carê em ê ne tenê bi dest bixin, em ê destûrê nedin ku qeyûman li şaredariyên me tayîn bikin."