Emînî: Agahiyên rayedaran ên ji bo hevxemiyê tên weşandin ne rastin
Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî bal kişande ser gotinên ku rayedarên dewleta Îranê têkildarê bûyera qetilkirina keça wî dikin û diyar kir ku hemû wan gotinan dûrî rastiyê ne.
Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî bal kişande ser gotinên ku rayedarên dewleta Îranê têkildarê bûyera qetilkirina keça wî dikin û diyar kir ku hemû wan gotinan dûrî rastiyê ne.
Li rex êrîşên hêzên dewleta Îranê ya li hemberî xwepêşandanên ku li Rojhilat û Îranê didomin; rayedarên Îranê dixwazin di bin navê dozê daxwazên xelkên xwepêşander paşguh bikin û mijarê daxînin asta dozeke edlî.
Bavê Jîna Emînî ya ji ber porê wê xuya bûye ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve tê destgîrkirin û ji ber êşkenceya lê hat kirin jiyana xwe ji dest dabû, Emced Emînî têkildarê doza ku ji bo keça wî hatî vekirin axivî û got; “Tu kes têkildarê sedemê mirina keça min bersivekê nade min. Min gelek caran serî li saziya tiba edlî daye lê ti bersivek nedane min û bi rengekî henekê xwe bi min kirine.”
Emced Emînî her wiha dibêje ku rayedar tenê jê re dibêjin 2 – 3 hefteyên din sebir bike û got, “Ev yek di demekê de ye ku bi ser dema ku berê dabûn min re derbas bûye jî.”
Emînî herî dawî bal dikişîne ser gotinên rayedaran ku bi rengekî ne rast tên weşandin û dibêje; “Agahiyên têkildarê hevxemiya rayedaran a bi me re tên weşandin ne rastin. Reîsî ti carî hevxemiya xwe bi me re pêk neaniye û tenê bi telefonê gotiye ku ew ê bişopînin; lê min ti şopandinek ne ji aliyê wî û ne jî rayedaran nedîtiye.”