Emîne Şenyaşar: Erdogan parastina kujeran dike

Emîne Şenyaşar ku li Enqereyê li Nobeta Edaletê dewam dike, bi çerxe kursî çû ber Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê û wiha bertek nîşanê Erdogan da: ‘’Ew parastina kujeran dike.’’

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14’ê Hezîrana sala 2018’an ji aliyê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin, 16 roj in ku li Enqereyê li çalakiya Nobeta Edaletê dewam dike. Şenyaşar, li baxçeyê Meclisê bi Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar û Bûrcûgul Çûbûk re daxuyanî da çapemeniyê.

Ferît Şenyaşar got ku ji ber daxwaza wan a edaletê nehatiye bicihanîn ew li Enqereyê li Nobeta Edaletê dewam dikin û her roj dimeşin ber bi Wezareta Edaletê ve. Şenyaşar da zanîn ku wan hevdîtin bi Alîkarê Wezîrê Edaletê Ramazan Can re kiriye lê encam jê çênebûye û ji lew ma heta encamek bê wergirtin ew ê bimeşin.

BI ÇERXEKURSÎ ÇÛ BER WEZARETÊ

Şenyaşar û parlamenter ji Meclisê ber bi Wezareta Edaletê ve çûn. Emîne Şenyaşar bi çerxekursî tev li meşê bû. Şenyaşar ku hat ber Wezareta Edaletê, ji bo hevdîtina bi wezîr re xwest ku bikeve hundir.

Ewlehîparêzên li ber deriyê wezaretê derî gir ku nekarin bikevin hundir. Polîsekî ji malbata Şenyaşar re got: ‘’Ji bo parvekirina li ser medyaya dîjîtal wiha nekin.’’ Ferît Şenyaşar bertek nîşanê polîs da û diyar kir ku du bira û bavê wî hatine qetilkirin, birayekê wî girtiye, bi salan e daxwaza edaletê dikin lê daxwaza wan bi cih nehatiye anîn.

 ‘ERDOGAN PARASTINA KUJERAN DIKE’

Malbat pir ma li ber derî. Ne erê ne jî na; tu bersiv ji bo daxwaza hevdîtinê ya malbatê nehat dayîn. Emîne Şenyaşar ku du saetan li ber deriyê wezaretê rûnişt, bertek nîşanê wezîrê edaletê û Serokkomarê Tirk Erdogan da, got: ‘’Kurê min 6 sal in di hicreyekê de ragirtî ye. Erogan em bi saxî xistin gorê. Erdogan parlamenterên qetlîam kir, diparêze. We edalet hebûya serê mirovan di nexweşxaneyê de nedihat jêkirin. Bi pişt re bi şev hemû nexweşxane hat boyaxkirin. Yên qetlîam kir serbest berdan.’’

 ‘WEZÎRÊ EDALETÊ YÊ TIRSONEK’

Şenyaşar anî ziman ku malbatek hatiye tunekirin û got: ‘’Mala min hat xerakirin. Ev e edaleta we? Bila agir bi pergala we ya edaletê bikeve, deriyên we bên mohrkirin. Çima Wezîrê Edaletê yê tirsonek dernakeve?’’

Şenyaşar xwest ku hemû dîmenên qetlîamê bên eşkerekirin û got: ‘’Çima hûn qeydan dernaxin? Bes e we ev agir bi dilê me xist.

Şenyaşar piştî çalakiyê vegeriya Meclisê.