Emîn Şenyaşar: Malbata min qetil kirin, qeydên qemereyan vedişêrin

Emîne Şenyaşar a ku 830 roj in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got, “Li nexweşxaneyê malbata min qetil kirin, qeydên qemerayan vedişêrin. Hikûmet çawa ji vê yekê re çavên xwe digire?”

Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 830’emîn. Malbat di roja sêyemîn a Cejna Qurbanê de li ber edliyeyê nobedê girt.

Dayik Şenyaşar diyar kir ew 6 cejnin li ber edliyeyê ne. Şenyaşar got: “Li nexweşxaneyê malbata min qetil kirin. Ew qeydên qemerayan vedişêrin. Hikûmet çawa ji vê yekê re çavên xwe digire? Dema ew qeyd derkevin wê rastî jî derkevin. Bila bersûc bên cezakirin."