‘Emê lêgerîna edaletê berdewam bikin’

‘Emê lêgerîna edaletê berdewam bikin’

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê, çalakiya ji bo lêgrîna edaletê û ronîkirina kuştinên kiryar nediyar vê hefteyê jî li heman qadê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê Kemal Mubarez ku di sala 1992'an de hat revandin û piştre agahî jê nehat girtin vegotin.

Dayikên Şemiyê, her hefte li ber Lîseya Cizîrê ya li ser kolana Orhan Dogan, bi boneya lêgerîna edaletê û windayan bipirsin çalakiyan pêk tînin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî lêgerîna xwe ya edaletê û windayan berdewam kir. Dayikên şemiyê ji bo windayên ku di salên 1990'an de bûn qurbana kiryar nedayaran bên dîtin û bûyerên tarî bên ronîkirin her hefte roja şemiyê li ber Lîseya Cizîrê çalakiyan pêk tînin û dixwazin ku hikûmet û dewlet li paşeroja xwe mikur bên. Di çalakiya îro de rêveberên BDP'ê, rêberên MEYA-DER, MAL-PER û KURDİ-DER'ê û xizmên windayan amade bûn

Dayikan vê hefteyê Kemal Mubarez ku di sala 1992'an de li taxa Cûrî ya Cizîrê ji mala xwe hat revandin û piştre agahî jê nehat girtin vegotin. Xizma Kemal Muharez Sacîde Mubarez çîroka Kemal xwend û wiha got: "Polîs û tîmên taybet 21 sal berê bi ser mala Mubarez de girtin û Mubarez binçav kirin. Kemal bi zorê ji malê girtin û birin. Piştî ku polîs û leşkeran Kemal binçav kirin û birin êdî me qet agahî jê negirt.

'BIRAYÊ MIN LI BER ÇAVAN HAT QETILKIRIN

Xwişka Mehmet Salîh Dalmiş, Heznî Dalmiş jî çîroka birayê xwe xwend û diyar kir ku birayê wê Mehmet Salih Dalmiş li Ocaxa Komirê ya Şirnexê dixebitî û hêzên dewletê ew bi zorê ji maşînê daxist û li ber çavê her kesî qetilkir. Dalmiş,anî ziman ku ew 80 salî ye û li gel vî temenê xwe yê mezin her hefte tê li vir li edaletê digere. Dalmiş, da zanîn ku heta ew bimire jî dê li edaletê bigere.