'Em li Agiriyê rêjeyek zêde ya dengan dipên’

Hevşaredara Bazidê Tekdemîr hişyar kir ku wê AKP heta roja dawî ya hilbijartinê serî li provokasyonan bide.

Hevşaredara Bazidê Tekdemîr hişyar kir ku wê AKP heta roja dawî ya hilbijartinê serî li provokasyonan bide û got divê gel neyê vê lîstikê. Tekdemîr got AKP hêza xwe winda dike û divê ji bo çareseriyê destekê bidin HDP’ê. Tekdemîr bi lêv kir ku ew rêjeyek zêde ya dengan ji Agiriyê dipên. 

Hevşaredara Bazidê Delal Tekdemîr xebatên hilbijartinê, provokasyonên li Erzirom û Çewlîkê ji ANF’ê re nirxand.

JI RAWESTANDINA MIRINAN HDP DERFETEKE

Tekdemîr da xuyakirin ku hilbijartin ji bo gelê Kurd û gelên din qonaxek girîng e û wiha got: “Dikare pirsgirêka Kurd çareser bike, xwînê rawestine, pêşî li mirinan bigire. Bendeke ku cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê daye ber me heye. Divê êdî ev bend bê derbaskirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, HDP derfetek mezin e.”

PIŞTIGIRIYA ERDOGAN A JI DAIŞ’Ê BÛ SEDEMA HIŞYARIYÊ

Tekdemîr bi lêv kir ku di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û nêzîkatiya dewletê ya di vê pêvajoyê de baş dizanin û got: “Bi salan Birêz Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj dike, lê bi provokasyonên cuda vê dikin qurban. Nesamimiyetbûna van bi awayekî aşkera derketiye holê. Bi taybet di pêvajoya Kobanê de maskeya AKP’ê ketiye. Rûyê rast ê AKP’ê derketiye holê. Bi pêvajoya Kobanê re AKP têk çû. Gelê me êdî vê dizane. Gotinên dawî yên Erdogan, piştgiriya ji bo DAIŞ’ê dike nîşan dide. Li Rojhilata Navîn ji xwe niha kaosek heye. Gel tên qetilkirin. Çand û şaristanî tên tinekirin. Ev jî bi destê DAIŞ’ê tê kirin. Erdogan alîkarî da wan û vê jî gel hişyar kir. Kesên berê dengên xwe didin AKP’ê, diyar dikin ku êdî destekê nadin wan.”

HETA ROJA DAWÎ WÊ SERÎ LI PROVAKASYONAN BIDE

Tekdemîr da xuyakirin ku her ku îhtîmala derbaskirina bendê ya HDP’ê xurt dibe, AKP dikeve fikaran û got: “AKP ji bo ku HDP di bin bendê de bimîne her derfetê dewletê bikar tîne. Êrîşên li Çewlîk û Erziromê pêk hatine li dijî hilbijartinan e. Gelê me di vê mijarê de bi hestiyar tevdigere. Guh didin bangên tên kirin. Dibêjin neyên provokasyonan. Heta roja dawî wê hewldanên provokasyonê hebin.  Ez di wê baweriyê de me ku wê ev gel neyê van lîstikan.  Wê rûyê qirêj ê van derxînin holê.

Hilbijartinên pêş ji bo gelê Kurd bûne meseleya rûmet û namûsê. Em mal bi mal, gund bi gund digerin û  banga hestiyariyê li gel dikin.  Me heta niha li Bazidê pirsgirêk nejiya. Me di hilbijartinên serokkomariyê de ji sedî 89 deng girt. Hilbijartina serokkomariyê di havînê de pêk hat û welatiyên me çibûn sozanan. Lê em di vê pêvajoyê de rêjeke mezin dipên. Em ê ji sedî 90 dengan bigirin.”