Partiyên siyasî, sendîka û parêzvanên mafên mirovan bi pêşengiya Hewldana 78'an li Kazanci Yokûşû 35 kesên di 1'ê Gulanê de hatin qetilkirin bibîr anîn û diyar kirin ku ew ê qedexeya li ser Taksîmê ya di 1'ê Gulanê de nas nekin.
ANF
STENBOL
sêşem, 28 avrêlê 2015, 13:59
Partiyên siyasî, sendîka û parêzvanên mafên mirovan bi pêşengiya Hewldana 78'an li Kazanci Yokûşû 35 kesên di 1'ê Gulanê de hatin qetilkirin bibîr anîn û diyar kirin ku ew ê qedexeya li ser Taksîmê ya di 1'ê Gulanê de nas nekin. Rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo bîranîna yên hatine qetilkirin qurnefîlên sor danîn û peyama "Em ê dest ji qada xwe ya 1'ê Gulanê, helwesta xwe ya pîrozkirina li qada 1'ê Gulanê bernedin" dan hikûmetê.
HDP, EHP, EMEP, DÎSK Emeklî-Sen Şaxê 3'an, ÎHD, Xebatkarên Hunera Dijber, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Kuricikiyan, TKP 1920 û Hîndekarên Zanîngehê bi pêşengiya Hewldana 78'an, qurbaniyên 1'ê Gulana 1977'an de li Kazanci Yokûşû bibîr anîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê daxuyaniya hevpar ji aliyê Nûnerê Hewldana 78'an Yûnûs Bîrcan ve hat dayîn.
NE TAKSÎM QADA 1'Ê GULANÊ
Bîrcan bibîr xist ku pîrozkirina 1'ê Gulanê li qada Taksîmê careke din hatiye qedexekirin û anî ziman ku qedexekirina qada Taksîmê li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê, mîna polîtîkayeke dewletê hat roja îro dewam kiriye.
Bîrcan destnîşan kir ku li dijî van qedexeyên kêfî, ew ê dest ji helwesta xwe ya pîrozbahiyên li qada 1'ê Gulanê bernedin û diyar kir ku qada 1'ê Gulanê wê ji nû ve were qezençkirin.
Bîrcan da xuyakirin ku kujerên 35 kesan ev 38 sal in tên parastin û daxwazên xwe bi vî rengî anî ziman: "Bila berpirsyarên komkujiya 1'ê Gulanê werin ronîkirin, navê Qada Taksîmê were Qada 1'ê Gulanê bê guhertin, ji bo bîranînê yên me di Komkujiya 1'ê Gulana 1977'an de winda kirine li Kazanci Yokûşû peykerekî bîrdariyê were çikandin, di bin sîwanê Meclîsê de 'Komîsyona Edalet û Lêkolînkirina Komkujiya 1'ê Gulana 1977'an' de bê avakir."
Piştî daxuyaniyê navê yên hatin qetilkirin yek bi yek hat xwendin û girseyê qurnefîlên sor danî Kazanci Yokûşû.