EJF: Bila rojnamevan serbest bên berdan

EJF: Bila rojnamevan serbest bên berdan

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ewropa (EFJ) bang li hukûmeta Tirk kir û xwest hemû rojnamevanên di girtîgehan de serbest berdin.

Di daxuyaniya ji aliyê EFJ’yê ve hate dayîn de hate destnîşankirin ku hemû rojnamevanên girtî an xwedî nêrînên çepgir an jî xebatkarên çapemeniyên Kurdan in û bi bîr xist ku ev rojnamevan di 20’ê berfanbara 2011 de hatin girtin.

Serokê EFJ’ê Arne König di daxuyaniya weşand de got; “Ev dozên qaşo di bin navê terorê de pêk tên, tê wateya hewladaneke zalim a ji bo bêdengkirina çapemeniya rexneger. Rêxistinên civatên rojnamevanan û rêxistinên azadiya ramanê, geşedanên li Tirkiyeyê ji nêzîk ve dişopînin û bala xwe dane ser van dozadn.”

Konig destnîşan kir ku hukûmeta Tirk van dozan ji nêzîk ve dişopîne, Ewropa û rêxistinên navneteweyî agahdar dike, ev yek girîng e û got; “Tirkiye li Rojhilata Navîn, bi taybet ji krîza Sûriyeyê, xwedî rolek girîng e, ji ber wê jî divê dengên rexneger ên di nava welatê xwe de bê deng neke.”

ROJNAMEVANÊN JI ALIYÊ AKP’Ê VE HATIN GIRTIN

Di encama operasyona di 20’ê berfanbara 2011 de ji aliyê rejîma AKP’ê ve li hember rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Nûçeyan a Etîkê, Çapxaneya Gûn û kovara Demokratîk Modernîteyê pêk anî de 42 kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve tê birêvebirin de ji bo îfadeyên rojanemvanan du dadger hatin peywirdarkirin. Di lêpirsînê de ji bilî nûçeyên ku rojnamevanan nivîsandine tu tiştek din nehate pirsîn. Di dema îfadeyan de, xebatkara rojnameya Ozgur Gundemê Hatîce Bozkurt serbest hat berdan; piştre jî Celal Kaya, Evrîm Kepeneke, Urliye Ozcan, Hamza Surmelî, Mustafa Ozer û Mûrat Eroglû serbest hatin berdan.

Di 24’ê berfanbara 2011 de ji koma yekem Eylem Surmelî, Guneş Unal û Enîs Yalçin; ji koma duwemîn jî Şeref Sumelî, Sevînç Tuncellî û Arzû Demîr ji bo bi awayeke serbest bên darizandin, serbest hatin berdan, 36 rojanemvanên din jî bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Rojnamevanên zilam di 22-27’ê berfanbarê de şandin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F a li Kocaelîyê.

TANZANYA AZADÎXWAZTIR E!

Piştî girtina rojnamevanên Kurd, ji aliyê raya giştî ve hat zanîn ka hukûmeta AKP’ê di warê azadiya raman û çapemeniyê de çiqas paş ket. Piştî girtina rojnamevanên Kurd gelek sazî û rêxistinên mezin ên cîhanê van pêkanînên rejîma AKP’ê yên li hemberî azadiya çapemenî û ramanê şeremar kirin. Mînak, rêxistina bi navê Mala Azadiyê (Freedom House), ragihand “Tirkiye welatê ku herî zêde rojnamevan girtî ye” û vê yekê di raproa xwe ya sala 2012 de aşkere kir.

Di warê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Tirkiye bi welatên weke Kolombiya, Kongo, Nepal û Senegalê re di heman rêzê de bû. Welatên cîhana sêyemîn ên weke Nîjerya, Malî û Tanzanyayaê ji Tirkiyeyê azadîxwaztir in.