EGE-TUHAYDER: Zexta li ser koxuşan zêde dibe

EGE-TUHAYDER'ê bal kişande ser ku bi şev bi ser koxuşan de digirin û got,''Girtiyên edlî li navbeyna her koxuşê bi cih dikin.''

Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariya re ya EGE'yê (EGE-TUHAYDER) li avahiya komeleyê ya li navçeya Konakê ya Izmîrê têkilî binpêkirina mafan a li girtîgehên herêma Egeyê ya Tirkiyê daxuyaniyek da. 

Rêvebera komeleyê Leyla Kaygisiz di civînê de axivî û got, ''Beriya bi du heftiyan girtiyên siyasî yên li girtîgeha Kirikaleyê sirgûnî girtîgehan kirine. Her wihya eynî rojê bi şev bi ser girtîgehan de girtine, guhertina koxuşan ferz kirine. Zor li girtiyan kirine ku biçine hin koxuşên din. Girtiyên edlî li navbeyna her koxuşê bi cih kirine.''

Kaygisiz her wiha got li kincên girtiyan bi derengî didin wan û got, ''Midûrê girtîgeha F2'yê bi gefxwarinê bersiv daye nerazîbûna girtîyan. Mehmet Saît Yildirim ê ku li F1'ê dimîne, li gel ku cezayê wî ne miebeta girankiriye jî bi rengekî nehiqûqî ev 4 sal in bi fermana Wezarata Dadê bi tena serê xwe ev di çavdêriya qerdiyanan de ye. Yildiri bi nexweşiya kronîk a damar û kezebê ye. Bi rengekî taybet cezayekî dî lê hatiye birîn û ev rewş hê jî didome.''