Edîtorê MA’yê Gok ji girtîgehê derket
Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok piştî biryara tehliyeyê ji girtîgeha ku lê dîl hatibû girtin hat berdan.
Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok piştî biryara tehliyeyê ji girtîgeha ku lê dîl hatibû girtin hat berdan.
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ji doza ku bi îdiayên "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" dihat darizandin, beraat kir.
Piştî biryarê, Gok ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê ku dîl hatibû girtin, hat berdan.
Rojnamevan Abdurrahman Gok digel mirov û dostên xwe ji aliyê gelek endamên DFG’ê, Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Komeleya Rojnamevanên a Başûrrojhilat ve hat pêşwazîkirin.