Wezareta Karê Derve ya DYA’yê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê jiyan dikin û ji bo gerê diçin Tirkiyeyê li beramberî bûyerên tundî yên rû bidin, tevlîheviyên çêbibin xwe jê dûrbêxin.
Li gorî daxuyaniya Balyozxaneyê, dê di navbera rojê 6-12’ê Îlonê de li Enqereyê derbeya 12’ê Îlona 1980’an dê bê protesto kirin.
Balyozxaneya Amerîkayê aşkera kir ku, her çiqasî ev xwepêşandan bi armanca aştiyane jî bin, xwest Amerîkayiyên li Tirkiyeyê xwe ji bûyerên tundî û tevilheviya dûr bêxin, her wiha xwe ji wan herêmên xwepêşandanê dûrbêxin.