Du febrîqe, navendeke veguherandinê û depoyek hatin şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku 2 febrîqe, navendeke veguherandinê û depoyeke kaxizan a faşîstên AKP-MHP'ê hatine şewitandin.

Însiyatîfa Zarokên Êgir bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî hovîtî û dagirkeriya li xaka Kurdistanê da û got, "Hovîtiya ku hûn li gelê Kurd dikin, dagirkeriya ku we li xaka Kurdistanê kirin wê bibe dawiya we."

Li gorî daxuyaniyê, 8'ê Gulanê li Bûrsayê navendeke veguherandinê, 7'ê Gulanê li navçeya Nîlufer a Bûrsayê li Pîşesaziya Organîzeyî febrîqeyeke kesekî MHP'î û li navçeya Sîlîvrî ıya Stenbolê febrîqeyek AKP'iyan, di 6'ê Gulanê de jî li Bayrampaşa Maltepe ya Stenbolê depoyeke kaxizan a AKP'iyeyekî hatin şewitandin.