Dozên Gezî û Kobanê hatin şermezarkirin

Di daxuyaniya beriya destpêkirina Doza Gezî de hate ragihandin ku dozên Gezî û Kobanê dozên kûmpasê ne.

Danişîna doza Geziyê piştî ku ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Stenbolê (îstînaf) ve hatibû xerakirin cara sêyemîn e dîsa tê lidarxistin. Danişîn li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Piştevaniya Taksîmê beriya danişînê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê.

Komek parlamenterên HDP, CHP, TÎP, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, endamên rêveberiya Baroya Stenbolê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû destnîşan kir ku bi dozê dixwazin çavê têkoşerên demokrasiyê were tirsandin û got: "Gezî sembola rûmeta berxwedanê ye. Gezî demokratîkbûn û aştî ye."

Akîf Bûrak Aktar jî li ser navê Piştevaniya Taksîmê daxuyanî da û anî ziman ku berxwedana Geziyê ya ku di nava rûpelên rûmetê de cihê xwe girtiye bi îdiayên nehiqûqî û dij rastiyê tê darizandin û dixwazin daxwaza civakî bikin sûc û berxwedana aştiyane û rastiya rewa berevajî bikin.

Aktar destnîşan kir ku kes nikare navê Geziyê qirêj bike û got: "Em ê destûr nedin ku Berxwedana Geziyê bi sûcan, terorê, hewldana darbeyan, were binavkirin. Dixwazin rastiya dîrokî neheq bikin. Em ê nehêlin navê qûrbaniyên Geziyê were qirêjkirin. Gezî em in, Gezî me hûnandine."

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û bi bîr xist ku li Enqereyê Doza Kobanê û li Stenbolê Doza Geziyê tên lidarxistin û wiha got: "Her du doz jî yek bi yek dozên fen û fûtê ne. Em vê qebûl nakin. Hevalên me yên di dozên Kobanê û Geziyê de tên darizandin, ew ji bo têkoşîna demokrasiya Tirkiyê têkoşiyan e. Ew tenê ji ber ku ji desthilatdariyê re muxalefetiyê kirine, li eywanên dadgehan tên darizandin. Ev daraz bi fermanên desthilatdariyê me didarizîne. Em bi bawer in ku wê ev rejîm di demek kin de wê têk here."