Doza rojnamevanên Kurd diçe Meclisê

Doza rojnamevanên Kurd diçe Meclisê

Ji parêzerên doza çapameneiya azad ku 36 jê girtî bi gitşî 44 rojnameger tên darizandin Ercan Kanar piştî ku salona dadgehê terk kir daxuyaniyek da û wiha got: “Ev 3 roj in darizandineke ku darazên 12’ê îlonê derbas kirine pêk tê.” Hasîp Kaplan jî wiha got: “15’emîn Dadgeha Cezaya Giran darizandina 12’ê îlonê derbas kiriye. Em dê mijarê bibin meclisê.” Parlamentera Stebolê Sabahat Tuncel jî wiha got: “Em îro di sala 2012’an de rewşa rojevî ya 12’ê îlonê dijîn.”

Parêzerên doza çapemeniya azad ku jê 36 girtî 44 rojnameger tên darizandin, bertek nîşanî biryara navberê ya dadgehê da û piştî ku salon terk irin li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyek dan.

Hunermend Ferhat Tunç, parlamenter Sabahat Tuncel, Hasîp Kaplan, Ertugrul Kurkçu, û heyeta navneteweyî ya ku doz şopandin tevli daxuynaiyê bû. parêzer Ercan Kanar diyar kir ev doz jî wekê dozên din yê KCK’ê mafê parastina bi kurdî nedane.”

MIN LI ŞÛNA SEROKÊ DADGEHÊ TAYYÎP ERDOGAN DÎT

Parêzer Eren Keskîn jî wiha got: “Berê me ji darazê gazinc dikir. Me digot di destê mîlîtarîzmê ye. niha jî di destê mîlîtarîzma AKP’ê de ye. Min li şuna serokê dadgehê Alî Alçik, Tayyîp Erdogan dît. Di darazê de siyasîbûn didome. Serokê dadgehê Alî Alçik dibêje; li vir gelê kurd, çapemeniya kurd nayê darizandin. Berovajê vê gelê kurd, çapemeniya kurd tê darizandin.

BIRYARA DADGHÊ DE BIBIM MECLISÊ

Hasîp Kaplan balkişand ser 32’emîn salvegera 12’ê îlonê û wiha pê de çû: “15’emîn dadgeha cezayê giran 12’ê îlonê derbas kiriye. Parlamenter peywirên wan yên ku edalet û darazê sererast bikin heye. Lê îro dadghê karê parlamenteran pêk ne anî. Em dê vê bibin meclisê. Li Tirkiyeyê bi zimanê dayikê daraz tune. Ev biryar bi destê desthilatdariyê hatine girtin.”

Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel jî wiha got: “Darbeya 12’ê îlonê siyasî bû. Dadgehê wê demê hatine avakirin tişta pêwist dikirin. Lê îro em 2012’an de rewşa rojevî dibînin. Ev ji doza çapemeniyê derketiye. “