Doza Kobanê: Tecrîd li tevahiya civakê belav bûye

Siyasetmedara Kurd Pervîn Odûncû ya di doza Kobanê de tê darizandin, di parastina xwe de der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'î jî di nav de 18 jê girtî 108 kes di Doza Kobanê de tên darizandin. Rûniştina 44'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê dewam kir. Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbatên girtiyan û gelek kes beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştin bi parastina siyasetmedara Kurd Pervîn Odûncû ya girtî berdewam kir. Odûncû anî ziman ku ji ber ku xwe nêzî HDP'ê ditiye di nava HDP'ê de xebatên xwe yên siyasî meşandiye. Odûncû destnîşan kir ku bi pêşniyaza xwe di nava Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP'ê de cih girtiye û got: "Dozger, ji ber ku di komîsyona rêxistinê de cih digirim dibêje, tu 'endama rêxistinê' yî. Ez vê îfadeya dozger qebûl nakim. Di siyaseta me de ferman tune ye. Ez îdiayên xirab ên dozger red dikim. Hemû karê ku min kirine, karên partiyeke yasayî ne."

Odûncû diyar kir ku ew di çarçoveya xebatên partiyê de çûye Iraqê û karê siyasî kiriye, lê belê di îdianameyê de hewl hatiye dayîn ku serdana wî ya li Iraqê wekî "çûna Qendîlê' bê nîşandan. Odûncû got: “Ez di çarçoveya xebatên partiya xwe de çûm gelek welatên Ewropayê jî. Dozger bi israr dibêje, 'çûye Iraqê.' Em bi tevahî bi dozeke komployê re rû bi rû ne. Ketin û derketina Deriyê Sînor ê Xabûrê dibe sûc û bi Qendîlê ve tê girêdan. Her roj bi hezaran kes di wî deriyî re diçin û tên. Ma ev kes tev endamên rêxistinê ne? Ma çûna Qendîlê ew qas hêsan e? Ez vê sûcdariya dozger qebûl nakim."

 ‘TECRÎD LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE'

Odûncû di parastina xwe de der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî axivî û got ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û heta ku tecrîd bidome wê aştî neyê welêt. Odûncû got: “Îro birêz Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin didome. Tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Ger tecrîd bê şikandin dê aştî pêk bê. Ma doza ji bo aştiyê sûc e? Min wê rojê aştiyê parast û ez îro jî diparêzim. Me wê rojê jî tecrîdê qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin."

‘DOZ LI SER ÇÎROKEKE ÇÊKIRÎ DIDOME‘

Odûncû bal kişand bi ser îfadeyên şahidên veşartî yên der barê wê de qebûl nake û Doza Kobanê li ser agahiyên şahidan hatiye vekirin û got: “Di vê dozê de biryara DMME’yê ya der barê Demîrtaş de jî nehatiye bicihanîn. Ev nîşan dide ku ev doz, ev dosye ji ber sedemên din hatiye vekirin. Desthilat û hevkarên wê ji bo astengkirina xebatên HDP'ê ev doz vekirin û doz li ser çîrokeke çêkirî didome. Binêrin şahidê veşartî yê bi navê Ûlaş der barê nêzî 600 kesî de îfade da. Ev şahidê veşartî, ma navê ew qas kesan dizane? Di lêkolînekê de ku ji aliyê zanyaran ve hatiye kirin; mirov dikare herî zêde 150 kesan nas bike. Bi ya min li holê şahidekî veşarî tune ye. Dibe ku polîs û îstîxbaratê di raporên xwe de îstîxbarata çêkirî bi kar anibin an jî şahidiyeke veşartî ya dirûvê kesekî/ê de nîşan dabin. Şahidê veşartî ji bo min dibêje ew kadro ye. Ma hûn ê tenê li ser vê gotinê min ceza bikin? Ez darizandineke adil dixwazim."

Rûniştin dê sibê saet di 10.00'an de ji cihê mayî bidome.