Doza Kobanê: Emê bêdeng nemînin

Prof. Dr. Beyza Ustun di rûniştina Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî tiştên li welêt diqewimin bêdeng nemînin û têkoşîneke hevpar bidin. Rûniştin dozê taloqî sibê hat kirin.

Rûniştina yekemîn a 29’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 

Tevî siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur û Gunay Kubîlay ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, gelek jinên girtî û Prof. Dr. Beyza Ustun ku negirtî tê darizandin jî weke temaşevan tev li danişînê bûn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Heval Bozdag û Ozgul Sakî jî danişîn şopandin. 

Meryem Adibellî di danişînê de mafê axaftinê xwest lê dadgehê bi hinceta ku wergêrê Kurdî tune ye ev daxwaz qebûl nekir. 

Prof. Dr. Beyza Ustun ku di dozê de negirtî tê darizandin mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew tawanbariyên di mutalaayê de qebûl nake. Ustun, anî ziman ku ew sûcdar nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derheqê min de îddia hatine kirin lê delîl tune ne. Tevî vê yekê jî ez 9 mehan di girtîgehê de mam û hêj têm darizandin. HDP’ê ji bo lêkolînkirina çalakiyên Kobanê û pêvajoya piştre gelek pêşnûmeyên lêkolînê dan meclisê lê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Parlamenterên ku ev pêşnûme redkirin, di vê dozê de weke gilîker cih digirin. Di esasê xwe de hûn jî van tiştan dizanin. Heta niha jî tu delîlên şênber tune ne û we bi mutalaayê berdewam kir.” 

‘EM JIN LI DIJÎ PERGALA MÊR TÊDIKOŞIN’

 Bi domdarî Ustun anî ziman ku li gel ku delîl tune ne jî rewşa girtîmayînê didome û wiha pê de çû: “Ev yek derhiqûqtî ye. Dozger jî ne mutalaa lê ‘senaryo’ nivîsandiye. Ev doz û doza girtina HDP’ê, mudaxileyeke li dijî vîna gelan e. Ez miroveka birêxistinkirî me û îradeya min heye. Tu kes nikare tiştekî li me ferz bike. Em jin, li dijî pergala mêrserdest têdikoşin. Em vê têkoşînê ne te di nava siyasetê de, li mala xwe di nava partiya xwe de jî dikin.” 

‘ME HEWL DIDE PÊŞÎ LI BER ÊRIŞÊN DAÎŞ’Ê BIGIRIN’

Ustun, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirtûkeke têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke mijara sûc hatiye nîşandan. Pirtûk, nabin delîla sûc û nabe ku bên qedexekirin. Di serdema salên 1980’an de dihatin qedexekirin. Ew pirtûkên wê demê hatibûn qedexekirin niha di pirtûkxaneyan min de ne. Di heman demê de parvekirinên li ser medyaya dijîtal û nûçe jî di mutalaayê de hatine bicihkirin. Ev komploya siyasî gelek tirsnak e. Wê bandora vê li tevahiya siyaseta Tirkiyeyê bike. Heke veguhere biryarê, dê HDP bê krîmînalîzekirin. Di vê dozê de twîteke piştevaniyê weke delîl tê nîşandan. Di navbera piştevaniyê û banga ji bo tundiyê de gelek ferq heye. Me hewl dida pêşî li êrişên DAÎŞ’ê bigirin.

BILA GOTINÊN ERDOGAN LI DOSYAYÊ BÊN ZÊDEKIRIN

DAÎŞ’ê gelek komkujî kirin. Di 6’ê Cotmehê de tiştek çênebû. Îktîdarê nekarî vê pêvajoyê birêve bibe û di 7’ê cotmehê de mirin dest pê kirin. Dozger beg tenê 37 kes xistine dosyayê. Em sedema vê jî nizanin. Belkî rojekê hîn bibin. Piştî gotinên siyasetmedarên AKP-MHP’ê yên derheqê HDP’ê de, ji bo Demîrtaş dirûşma ‘îdam’ hatiye kirin. Twîta HDP’ê eleqeya xwe bi sorkirinê nîne lê van gotinan eleqeya xwe heye. Divê ev dirûşm û axaftinên Erdogan li dosyayê bên zêdekirin. Ev gotin, wê bi xwe re encamên jêneveger bînin. Yek ji van jî Denîz Poyraz e. 

Parêzerê Ustun, Mehmet Horuş jî got ku dadgeh veguheriye “febrîqeya darazê” û ev tişt anî ziman: “Dadgeh, weke metayê nêzî siyasetmedaran dibe. Miwekîlên me rastî tundiya darazê tên. Şandeya we bêalîtiya xwe winda kiriye û li gel dozger tevdigere. Weke rêxistineke sûc qala HDP’ê dikin. Hûn dixwazin ku em di nava kompaseke wiha de parastinê bikin. Ev tişte tevek nîşan didin ku hûn hêj ji serî ve van parastinan tune dihesibînin. Jixwe ev doz piştî biryara Demîrtaş bi dawî bûye. Mobbîng li me tê kirin. Parêzer çi dike? Di asta yekemîn de parastina xwe dike. Piştre jî daxwaza mafê temyîzê dike. Ev dosya li DMME’yê hate xerakirin. Lê we ev biryar tune hesiband û dixwazin em parastinê bikin. Parastina me, ji bo teşhîrkirina tiştên diqewimin in.” 

BERTEK NÎŞAN DA 

Horuş, têkildarî tawanbariya ji ber pirtûka derheqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî wiha betek nîşan da: “Tevahiya cîhanê li ser vê herêmê diaxive. Her wiha polîtîkayên wê yên têkildarî ekolojiyê tên lêkolînkirin. Dadgehê hinek hevok qedexe kir. Miwekîla min, beriya niha hatibû darizandin û beraet kiribû. Lê di mutalaayê de weke mehkûmiyet hatiye destnîşankirin. Dozgerî peywira xwe xerab bi kar aniye.” 

Li ser daxwaza parêzeran, rûniştina dozê taloqî sibe saet 10.00’an hate kirin.