Doza Denîz Poyraz: Wê hesap bidin gelan
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay beriya doza qetilkirina Denîz Poyraz de axivî û got “Wê berxwedana me bike ku kujer hesap bidin.”
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay beriya doza qetilkirina Denîz Poyraz de axivî û got “Wê berxwedana me bike ku kujer hesap bidin.”
Faşîstê bi navê Onûr Gencer ê ku dewletê piştgirî dida wî li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kiribû. Rûniştina 5’emîn a ku kujer Onûr Gencer lê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Îzmîrê hate kirin. Beriya destpêkirina rûniştina dozê HDP’ê daxuyaniyek da.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, parlementerên HDP’ê Mûrat Çepnî, Oya Ersoy, Serpîl Kemalbay, parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî tê de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ji roja destpêkê ya qetlîamê û heta niha kujer tên veşartin û parastin. Gunay got “Di van dozan de yên ku jin, Kurd û HDP’yî tên qetilkirin em bi helwesta heyetên dadgehan dizanin. Ev tê wateya cezanedayîn, astengkirina derketina rastiyan û parastina kujeran. Em ne xerîbê van rewşan in û em li ser fikra xwe ne ku li dijî van tiştan têbikoşin. Wê têkoşîna jinan hesap ji kujeran bipirse. Heke kujerên Denîzê îro bihatina eşkerekirin û tevdîrên pêwist bihatina stendin, wê îro hevala me Nagîhan jî bi sûîkastê nehata qetilkirin. Ev desthilatdarî ji jinên rêxistinkirî û ji bo azadiyê têdikoşin, ditirse. Bi polîtîkaya qirkirina jinan êrîş dike. Feraseta ku Jîna qetil kir û feraseta ku Nagîhan Akarsel û Denîz Poyraz qetil kir, heman feraset e. Lê divê bizanibin ev kujer wê hesap bidin hemû kesan û jinan. Em ê bi berxwedana û têkoşîna xwe vî tiştî pêk bînin.”