Doza Denîz Poyraz: Biryar hate eşkerekirin

Di rûniştina Doza Denîz Poyraz de, cezayê heta bi hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê li kujer ê faşîst Onûr Gencer hate birîn.

Doza darizandina Onûr Gencer ê faşîst ku bi piştgiriya dewletê avêt ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û Denîz Poyraz lê qetil kir, dewam kir. Di rûniştina 7'emîn a dozê de biryar hate eşkerekirin.

Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, ji sûcê "zerardana li mal" 4 sal cezayê girtîgehê, ji sûcê "binpêkirina destnedana avahiyê" 2 sal cezayê girtîgehê û ji sûcê "binpêkirina qanûna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujer Gencer birî.