Doza 72 xwendekarê Kurd destpê kir

Doza 72 xwendekarê Kurd destpê kir

Doza 72 xwendekarên Kurd yên endamên DYG'ê yên bi îdîaya "endamên yekîneyên hêzên parastina rewa ne" tên darizandin destpê kir. Xwendekaran çalakiyên gireva birçîbûnê yên girtîgehan bi birxistin û xwestin parastina zimanê zikmakî bikin. Berî dozê jî li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn û xwestin xwendekar serbest bên berdan.

Rûniştina doza 72 xwendekarên endamên DYG'ê yên Meclîsa Ciwanan yên BDP'ê yên bi îdîaya "Endamên yekîneyên hêzên parastina rewa ne" tên darizandin li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê destpê kir. Berî dozê rêxistinên sivîl yên civakî li ber edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankrata "Ji xwendekarên girtî û hikumxwar re azadî û edalet" vekirin. Li ser navê komê Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Xwendekarên Girtî Ahmet Saymadî daxuyanî xwend û diyar kir ku, di daxuyaniyên gelek hindekarên zanîngehê û xwendekar tevlî bûn tenê ji xwendekarên Kurd re doz hatin vekirin û hatin girtin.

'XWENDEKARÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN'

Saymadî anî ziman ku, xwendekarên zanîngeha Stenbolê Kayhan Tuney û Bayram Yilmaz ên di dozê de girtî nexweşin û wiha got: "Kayhan Tuney nexweşê hemîplejiyê. Ligel bi raporên heyetê yên nikare bi tena serê xwe hewcehiyên xwe bi cih bîne heye dîsa jî girtî tê darizandin. Bayram Yilmaz jî nexweşê romatîzmaya giran û di demarên wî yên dil de tengbûn heye. Divê Bayram bi awayeke rêk û pêk derziyên penîsîlê bikarbîne."

Hîndekarê Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Zeynep Kivilcim jî diyar kir ku, xwendekarên di vê dozê de tên darizandin piranî xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Stenbolê dixwînin û wiha got: "Divê li zanîngehê azadiya raman pêk bê. Cihê xwendekarên zanîngehê girtîgeh nîne kampusên zanîngehanin."