Parêzerên mezintirîn doza rojnamevanan a di dîroka Tirkiyeyê de ya ku 36 jê girtî bi giştî 44 rojnamevan jê tên darizandin, derbarê dozê de agahî dan raya giştî û diyar kirin ku biryara derbarê rojnamevanan de hatine dayîn bi awayeke “bê bersuc”, “bê parêzer” û “bê temaşevan” hatiye dayîn. Parêzeran got; “Bi vî awayî dadgehê suc kiriye” û dan zanîn ku ew ê li cem HSKY’yê giliyê dîwana dadgehê bikin.
Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku divê îdîanameya derbarê parêzeran de an jî pêvajoya nirxandina wê were redkirin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn jî diyar kir ku di îdîanameyê de tesbîta delîlên ne huqûqî hene, ji ber wê jî divê îdîanamey şûn de bê vegerandin an jî divê delîlên ne huqûqî ji nava dosyayan bên derxistin.
Parêzeran rûniştina dozê çapemeniyê ya ku di 10-13’ê Îlonê de pêk hat nirxand û agahî dan raya giştî. Parêzeran bi bîr xist ku dîwana dadgehê bi awayeke keyfî rûniştina dozê taloqê 12’ê mijdarê kiriye û diyar kirin ku ev yek pêkanîneke keyfî ye û bi vî awayî dîwana dadgehê suc kiriye.
Parêzeran dan zanîn ku ev doza çapemeniyê, mezintirîn doza dîrokî ya çapemeniyê bû û ji ber wê jî eleqeya ji bo dozê mezin bû, xwedîderketina li kedkarê çapemeniya azad û hejmara parêzeran zêde bû. Parêzeran diyar kir her çendî Edliyeya Çaglayan a ku yek ji edliyeyên herî mezin ên cînahê ye, tu cihek guncam ji bo vê rûntiştina dozê nehat eyarkirin, ji ber wê jî dîwana dadgehê hewl da parêzeran derbixe derve.
DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRIN
Di rûniştina dozê de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin. Bersucan daxwaza parastina bi zimanê xwe yê zikmakî kir. Lê dîwana dadgehê van dawazên bersucan bi temamî bi hincetên ne huqûqî, bi hincetên siyasî red kir. Parêzeran got; “Daraz bi vî awayî xetimiye. Gelek bersuc parastina xwe nakin.”
ROJNAMEVANÊN TÊN DARIZANDIN, REHÎNÊN DESTHILATIYA SIYASÎ NE
Parêzeran got; “Ev lêpirsina vê dozê, bi fermana rêveberiyê hatiye kirin. Rojnamevanên tên darizandin, ne bersucên dosyayek krîmînal in, rehîneyên desthilatiya siyasî ne. Lêpirsîna vê dozê bi awayeke qirêj hatiye birêvebirin. Bi rêyên ne huqûqî delîl hatine bidestxistin û delîl hatine afirandin. Desteserkirina têbinî û girtekan, guhdarkirina telefonan û şahidên veşarî, evane bi temamî ne huqûqî ne. Yek ji rêgezên herî girîng ên huqûqa dadgeha ceza ya gerdûnî ew e ku bersuc bi delîlên qirêj nayên darizandin.
DÎWANA DADGEHÊ SUC KIR
Parêzeran destnîşan kir ku ev rûniştina dozê li rastî salvegera derbeya 12’ê Îlonê hatine û diyar kirin ku ev darizandin ji darizandinên serdema derbeyê jî wêdetir bû. Parêzeran bal kişand ser helwest û zîhniyeta dîwana dadgehê û gotin ku hemû daxwazên parêzerên parastinê hatine redkirin, ev yek jî parêzer di darizandinê de nebin fîguran.
Parêzeran bi bîr xist ku parêzeran ji bo protestokirina qebûlnekirina daxwaza parastina zimanê zikmakî, tecrîda li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê û derbeya 12’ê Îlonê devê xwe band kirin û li çepikan xistin.
Parêzeran dan zanîn ku piştî navber dan dadgehê, ji bo nirxandina daxwazên serbestberdana rojnamevanan, li şûna rûniştinê rojek din berdewam bike, taloqê 12’ê mijdarê kir û gotin; “Dîwana Dadgehê suc kiriye” û dan zanîn ku ew ê li cem HSKY’yê giliyê dîwana dadgehê bikin.