DMME'yê di doza Redhackê de Tirkiye mehkûm kir

DMME'yê di doza Redhackê de biryar li ser serlêdana 2 rojnamevanan da. DMME'yê Tirkiye mehkûm kir ku azadiya îfade û çapemeniyê binpê kiriye.

Dema ku zavayê Erdogan Berat Albayrak Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Xwezayî bû, di doza piştî hackkirina mailên wî de 2 rojnamevan hatibûn girtin.

Tûnca Ogreten û Mahîr Kanaat piştî girtina ji 323 rojan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Rojnamevanan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. DMME'yê jî Tirkiye mehkûm kir ku mafê azadiya çapemenî û îfadeyê binpê kiriye.

Li gorî biryarê, dewleta Tirk wê 38 hezar û 250 Euroyî tazmînata madî û manewî bide xwediyê dozê û divê lêçûnên dadgehê jî bide.