DKP/BOG: Yekane bijarde tevlêbûna şerê şoreşgerî ya hevgirtî ye

DKP/BOG’ê diyarkir “Yekane bijarde tevlêbûna şerê şoreşgerî ya hevgirtî ye” û li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê banga tevlêbûnê li hêzên şer kir.

DKP/BOG’ê têkildarê Pêngava Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de DKp/BOG’ê ragihand “Pêngava Mijdarê ku damezrandina DKP/BOG’ê meyand hêmana her girîng a dîrokî û mafdariya siyasî ya xeta partiya me ye û 6’mîn salvegera xwe tije kir” û wiha pêde çû: “Bi dehan ciwanên karker-kedkar, sosyalîst, femînîst û şoreşger ku dixwezin ji nû ve xeta şerê şoreşgerî û têkoşîna şoreşgerî li bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê damezrînin, ji Stenbolê heya bi Enqerê, ji Çûkûrova heya bajarên Ege û Karadenîzê li ser banga Ûlaş Bayraktaroglû û kadroyên pêşeng tevlê şerê azadiyê ya Kobanê bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku DKP ku ji Hêzên Azadiyê yên Hevgirtî ve hatiye damezrandin ne li ser mêz belku di qadên şerê şoreşgerî de hatiye damezrandin û diyar kir ku wana yekemîn çalakiya çekdarî di şerê li hemberî hovîtiya AKP-DAÎŞ’ê û bi hilgirtina ala enternasyonalîzmê li xakên Kobanê û Rojava pêk aniye.

Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir; “Çeteyên cîhaîst, Weqfên Ensar ên îstîsmara zarokan dikin, malên karfermayên ku li ser xwîna karkeran dewlemend bûne, saziyên hevkar û xayîn-sîxurên ku li bajarên Tirkiyê xwe bi cih kirine bûne armanca hêzên azadiyê. Li hemberî operasyonên bêhejmar ên dewletê û xeta îxanetkar û tesfiyekar, îro ala partiyê bi heybet bilinde û ber bi serketinê ve dimeşe. Em nemirên xwe yên tevlê Pêngava Mijdarê bûn û di şerê li dijî faşîzmê canê xwe kirin mertal û îro di nava me de nînin, careke din bi hurmet silav dikin.”

Di berdewamê de bal hate kişandin li ser 6’ê Mijdarê û hate gotin, “Endama Komîteya Navendî ya Partiya me Aynûr Ada û şervanê wê Îmran Firtina ku wek şoreşgera Tirkiyeyî li hemberî hemû siyasetên dagirkerî yên mêtingeriya Tirk tevlê berxwedana gelên Kurd, Êzidî û Asûrî yên li Serêkaniyê hatin perçiqandin bû û  li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê di her eniyê de şer kir, di 6’ê Mijdara 2019’an ku rastî salvegera Pêngava Mijdarê bû tevlê karwanê nemiran bûn, biryardariya şerê şoreşgerî ya partiya careke din nû kirin û danîn holê.

Partiya me ku sala 2021’an sala ‘Bûyîna Aynûr’ îlan kir bi germahiya wê dijî.

Heval Aynûr û Îmran ji bo hemû Komunaran bangek nû ya ‘Mijdarê’ ye. Ji bo peîna dawî ya li tabûta faşîzma AKP-MHP’Ê ya hildiweşe were xistin, ji bo dawî anîna li vê desthilata zilmê ji bo hemû hêzên me yên şer ên partiya me yên li her bajarê bangek e.”

Di dawiya daxuaniyê de bang li karker û kedkaran hate kirin ku ji bo hilweşandina faşîzmê û ji bo sosyalîzmê ya ku yekane rêya rizgariya ji kapîtalîzmê ye, yekane bijarde tevlêbûna şerê şoreşgerî ya hevgirtî ye.