DJV: Divê rojnamevan xwe ji Tirkiyeyê vegirin

Yekîtiya Rojnamevanên Elman bang li kedkarên medyayê kir ku xwe ji Tirkiyeyê vegirin. Yekîtiyê nerazîbûn nîşanî girtina Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût da.

Serokê Neteweyî yê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJB) Frank Uberall bi bîr xist ku Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût destpêka meha Tebaxê li Tirkiyeyê ji bo demeke kurt hate girtin û got, "Otokrasiya Erdogan careke din nîşan da ku yên wan rexne dikin mîna milîtanên dijminê dewletê dibîne û dema ku firsendê dibîne yekser zilmê li wan dike." Uberall got, "Eger mafê destnedanê yê parlamenterekê jî nikare pêşî li girtinê bigire, hingî xeterî ji bo rojnamevanan hîn mezintir e."

Uberall diyar kir ku rojnamevanên têkildarî Tirkiyeyê, Serokkomarê wê yan jî partiya wê ya desthilatdar AKP'ê di gotara xwe de yan jî li ser medya dîjîtal şîroveyên rexnekirinê kiribin, divê xwe ji vî welatî vegirin, Tirkiye welatekî xetere ye.